ARMANCA RÎSALETÊ

ARMANCA RÎSALETÊ

ARMANCA RÎSALETÊ

-1كَانَ النَّاسُ أُمَّةً وَاحِدَةً فَبَعَثَ اللَّهُ النَّبِيِّينَ مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ وَأَنزَلَ مَعَهُمُ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِيَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ فِيمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ ۚ وَمَا اخْتَلَفَ فِيهِ إِلَّا الَّذِينَ أُوتُوهُ مِن بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۖ فَهَدَى اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا لِمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ مِنَ الْحَقِّ بِإِذْنِهِ ۗ وَاللَّهُ يَهْدِي مَن يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ (213) البقرة

Mirov, berê yek umet bûn. Vêca Xwedê pêxember bi mîzgînberî û hişyarkerî şandin û bi wan re jî kitêb bi heqî şandin da ku di navbera mirovan de, li ser a bi hev ketin, hukim bikin. Di rastiya vê heqiyê de ji bilî yên ehlê kitêb kes nekete îxtîlafê; ew piştî nîşanên eşkere ji wan re hatin ji çavnebarî ketin îxtîlafê. Li ser vê yekê, Xwedê bi destûra xwe ew heqîya ku li serê li hev nedikirin, bi bawermendan da serwextkirin. Xwedê, kî bivê berê wî dide riya rast.

-2وَمَا نُرْسِلُ الْمُرْسَلِينَ إِلَّا مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ ۚ وَيُجَادِلُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِالْبَاطِلِ لِيُدْحِضُوا بِهِ الْحَقَّ ۖ وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَمَا أُنذِرُوا هُزُوًا  )الكهف( 56:

Em pêxemberan bes wek mizgînber û hişyarker dişînin. Ew ên ku kafir bûne jî têdikoşin da ku heqiyê bi batilî ji holê rakin û wan ayetên me û ew ezabê ku ew pê hatibûn tirsandin, pêkenok girtin.

– 3وَأَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ ۖ فَاحْكُم بَيْنَهُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ عَمَّا جَاءَكَ مِنَ الْحَقِّ ۚ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِن لِّيَبْلُوَكُمْ فِي مَا آتَاكُمْ ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ ) المائدة:48(

(Ya Muhemmed!) Me Qur’an ku ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan dîdevan e bi heqî ji te re daxistiye. Êdî li gorî wehya ku Xweda daxistiye di navbera wan de hukm bike û di şûna heqiya ku ji te re hatî ye nede dûv hewesên wan. Me, ji her yekî ji we re şerî ‘et û rêbazek daniye. Eger Xweda bixwesta dê hûn tev bikirana yek umet. Lêbelê (me hûn kirine umetên cur be cur) da ku we di derheqa rêç û rêbaza ku daye we de, biceribîne. Naxwe di karên qenciyê de bi hev re bibezin. Vegera we hemûyan bi bal Xweda ve ye. Êdî ew dê bi tişta ku hûn tê de bi hev ketin, we agahdar bike.

-4هُوَ الَّذِي يُنَزِّلُ عَلَىٰ عَبْدِهِ آيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لِّيُخْرِجَكُم مِّنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ ۚ وَإِنَّ اللَّهَ بِكُمْ لَرَءُوفٌ رَّحِيمٌ ( الحديد(9:

Ellah Teala ye, yê ku ji bendeyê xwe (Muhemmed) re nîşanên eşkere dişîne da ku we ji tarîtiyên derîne ronahiyê. Bêguman Xweda ji bo we gelekî dilovan e.

-5وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آَمَنُوا مِنْكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُمْ فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ) النور: 55

Xuda, ji nav we peyman daye wan kesên ku bawerî anîn û karên qenc kirine; ku muheqeq dê wan li şûna hinekên din li erdê bike şûngir, ka çawa ewên beriya wan jî li şûna hinekên din kiribûn şûngir.

– 6الر ۚ كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِ رَبِّهِمْ إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ( ابراهيم (1:

Elif, Lam, Ra. kitêbeke wisa ye ku me, ew ji te re daxistiye da ku tu mirovan bi destûra Xwedayê wan ji tarîtiyan derênî ronahiyê, derênî rêya Xwedayê Serdest û Pesnande.

-7لَقَدْ أَنزَلْنَا إِلَيْكُمْ كِتَابًا فِيهِ ذِكْرُكُمْ ۖأَفَلَاتَعْقِلُونَ (الأنبياء  (10:

Sond be, me kitêbeke wiha ji we re daxistiye ku rûmeta we di wê de ye. Ma hê jî, hûn eqil nagirin.

-8إِنَّا أَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَا أَرَاكَ اللَّهُ ۚوَلَاتَكُن لِّلْخَائِنِينَ خَصِيمًا ( النساء  (105:

(Ya Muhemmed!) Bi rastî me Qur’an bi heqî ji te re daxist da ku tu di navbera mirovan de mîna Ellah Teala nîşanî te dayî, hukim bikî û ji xayînan re nebe berevan/ alîgir!

Gerçekleri içeren bu kitabı sana biz indirdik ki insanlar arasında Allah’ın gösterdiği yöntemle hükmedesin. Sakın hainlerin savunucusu olma.

-9وَنُرِيدُ أَن نَّمُنَّ عَلَى الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْأَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ أَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِثِينَ ( القصص (5:

Em jî dixwazin li yên ku li wê derê hatine qelskirin keremê bikin; em wan bikin rêber û em wan bikin mîratxwerê erdê .

Yeryüzünde güçsüzleştirilip ezilenlere lütfederek diledik ki onları önderler ve varisler yapalım.

Yorumlar kapalı.
Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR