0-HAC Û QURBAN

0-HAC Û QURBAN

0-HAC Û QURBAN

-1جَعَلَ اللَّهُ الْكَعْبَةَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ قِيَامًا لِّلنَّاسِ وَالشَّهْرَ الْحَرَامَ وَالْهَدْيَ وَالْقَلَائِدَ ۚ ذَٰلِكَ لِتَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَأَنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ ( المائدة (97:

Xweda, ji mirovan re K‘ebeya bi navê “Beytul-Heram” kiriye wargeha serûberkirina karûbarên dîn û dinyayê, mehên xwedan-rûmet, qurbana hecê û ristikan (yên ku dikirin stûyê qurbanan) jî kiriye navgîna asayîşê. Ev jî da ku hûn bizanin; çi li erdê û çi li asîmanan her Xweda dizane. Bi rastî Xweda bi her tiştî zana ye.

-2الْحَجُّ أَشْهُرٌ مَّعْلُومَاتٌ ۚ فَمَن فَرَضَ فِيهِنَّ الْحَجَّ فَلَا رَفَثَ وَلَا فُسُوقَ وَلَا جِدَالَ فِي الْحَجِّ ۗ وَمَا تَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ يَعْلَمْهُ اللَّهُ ۗ وَتَزَوَّدُوا فَإِنَّ خَيْرَ الزَّادِ التَّقْوَىٰ ۚ وَاتَّقُونِ يَا أُولِي الْأَلْبَابِ البقرة (197:

Hec di hin mehên me’lûm de ye, kî ku di wan mehan de hecê li ser xwe ferz bike, êdî bila nêzî nivîna jina xwe nebe, ji rêya Xwedê Teala dernekeve û gengeşî û pevçûnê nekekin. Hûn çi xêrê bikin Xweda pê dizane. Ji bo Hecê qûtê rê amade bikin, vêca bi rastî qûtê herî rind teqwa ye. Gelî bîreweran! Êdî hay (ji fermanên) min hebin.

-3فِيهِ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَّقَامُ إِبْرَاهِيمَ ۖ وَمَن دَخَلَهُ كَانَ آمِنًا ۗ وَلِلَّهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ إِلَيْهِ سَبِيلًا ۚ وَمَن كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ ( آل عمران (97:

Tê de nîşanên eşkere û meqamê (cihpiyê) Îbrahîm heye, çi kesê bikeviyê ewledêrayî dibe. Ji bona Xweda çûna Heccê li ser mirovan wacib e ku ji aliyê rê ve karibe biçe her kî jî wê mandel bike, vêca bi rastî Xweda hewcedarê cîhaniyan nîn e.

-4إِنَّا أَعْطَيْنَاكَ الْكَوْثَرَ فَصَلِّ لِرَبِّكَ وَانْحَرْ إِنَّ شَانِئَكَ هُوَ الأبتر

Me kewser daye te. Vêca ji Rebbê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke.

5إِنَّ هَٰذَا لَهُوَ الْبَلَاءُ الْمُبِينُ (106) وَفَدَيْنَاهُ بِذِبْحٍ عَظِيمٍ (107) الصافات

Bêguman ev a ha, her îmtihaneke aşkera ye. Me qurbaneke mezin kire goriya wî.

-6لَن يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَٰكِن يَنَالُهُ التَّقْوَىٰ مِنكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ ۗوَبَشِّرِالْمُحْسِنِينَ37الحج

Ne goştê wan qurbanan, ne jî xwîna wan digihêje Xuda, lêbelê bes teqwadariya we digihêje wî. Herwiha Xuda ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn bi tekbîran Xuda mezin bidêrin û mizgîniyê bide qencîkarên rast û durist.

-7لِّيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ وَيَذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ فِي أَيَّامٍ مَّعْلُومَاتٍ عَلَىٰ مَا رَزَقَهُم مِّن بَهِيمَةِ الْأَنْعَامِ ۖ فَكُلُوا مِنْهَا وَأَطْعِمُوا الْبَائِسَ الْفَقِيرَ (28) الحج 

Da ku ji bo xwe berjewendiyên (dinyayî û axretî) bibînin û da ku di rojên aşkera de navê Xwedê li ser şerjêkirina heywanên qurbanê binin, ew ên ku me bi risqînî daye wan. Paşê ji (goştê) wan jî bixwin û bidin jar û xizanan.

-8وَأَذِّن فِي النَّاسِ بِالْحَجِّ يَأْتُوكَ رِجَالًا وَعَلَى كُلِّ ضَامِرٍ يَأْتِينَ مِن كُلِّ فَجٍّ عَمِيقٍ 27 الحج 

Ziyareta Haccê ji mirovan re ragihînin. Bila ew ji dûr ve bi peya an bi gelek wesayîtan werin ba we.”

-9يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحِلُّوا شَعَائِرَ اللَّهِ وَلَا الشَّهْرَ الْحَرَامَ وَلَا الْهَدْيَ وَلَا الْقَلَائِدَ وَلَا آمِّينَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِّن رَّبِّهِمْ وَرِضْوَانًا ۚ وَإِذَا حَلَلْتُمْ فَاصْطَادُوا ۚ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ أَن صَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ أَن تَعْتَدُوا ۘ وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوَىٰ ۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ (2)  المائدة 

Gelî bawermendan! Nedin ser nîşanên dînê Xwedê û rûmeta meha heramkirî. Ajalên ji bo qurbanê û terşên stûristikkirî û kesên ku ji bo daxwaze berjewendiyeke bazirganî û rizaya Xweda serdana mala pîroz dikin, li hember wan bêrêziyê mekin. Dema hûn ji îhrama derketin nêçîr serbete. Bila kîna we, ya ji qewmekî bi sedema rêka Kabê li we girtibûn, weneajo ser zêdegaviyê! Li ser qencî û teqwayê arîkari bikin, li ser gunehkarî û

zêdegaviyê arîkari mekin. Hay ji Xwedê hebin, bêguman cezakirina wî pir dijwar e.

-10يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقْتُلُوا الصَّيْدَ وَأَنتُمْ حُرُمٌ ۚ وَمَن قَتَلَهُ مِنكُم مُّتَعَمِّدًا فَجَزَاءٌ مِّثْلُ مَا قَتَلَ مِنَ النَّعَمِ يَحْكُمُ بِهِ ذَوَا عَدْلٍ مِّنكُمْ هَدْيًا بَالِغَ الْكَعْبَةِ أَوْ كَفَّارَةٌ طَعَامُ مَسَاكِينَ أَوْ عَدْلُ ذَٰلِكَ صِيَامًا لِّيَذُوقَ وَبَالَ أَمْرِهِ ۗ عَفَا اللَّهُ عَمَّا سَلَفَ ۚ وَمَنْ عَادَ فَيَنتَقِمُ اللَّهُ مِنْهُ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ ذُو انتِقَامٍ (95)  المائدة 

Gelîbawermendan! Dema hûn di îhraman de bin nêçîrê nekujin. Kî ji we, bi qesd nêçîrê bikuje, cezayê wî, dana heywaneke wekî ya kuştî ye. Du kesên dadmend dê biryarê bidin; (Ev qurban) diyariyek e dê bigihîje Kabê. Yan jî şûna qurbanê xwarinê bide belengazan, an jî beramberî xwarinê rojî bigire da ku cezayê xwe ta͑m bike. Xwedê nêcira ku berî herambûnê hatiye kirin efû kiriye. Çi kesê ku careke din li vî sûcî vegere, Xwedê dê tolê lê veke. Xwedê desthilat e, tolveker e.

-11وَإِذْ بَوَّأْنَا لِإِبْرَاهِيمَ مَكَانَ الْبَيْتِ أَن لَّا تُشْرِكْ بِي شَيْئًا وَطَهِّرْ بَيْتِيَ لِلطَّائِفِينَ وَالْقَائِمِينَ وَالرُّكَّعِ السُّجُودِ (26) الحج 

Di bîra wan bîne ku di çaxekî de me cihê “Mala Xwedê Teala” ji Îbrahîm re diyar kiribû û (jê re got:) Tu tiştî ji min re neke hevpar û mala min ji tewafkaran, nimêjkeran, ruk‘ukeran û secdebiran re paqij bike.

-12  ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ وَلْيَطَّوَّفُوا بِالْبَيْتِ الْعَتِيقِ (29) الحج 

Paşê bila qirêja xwe ji ser xwe rakin û bila qurbanên ku li ser xwe nezir kiribûn bînin cih û bila wê mala qedîm (Keʿbê) tewaf bikin.

-13ذَٰلِكَ وَمَن يُعَظِّمْ حُرُمَاتِ اللَّهِ فَهُوَ خَيْرٌ لَّهُ عِندَ رَبِّهِ ۗ وَأُحِلَّتْ لَكُمُ الْأَنْعَامُ إِلَّا مَا يُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ ۖ فَاجْتَنِبُوا الرِّجْسَ مِنَ الْأَوْثَانِ وَاجْتَنِبُوا قَوْلَ الزُّورِ (30) الحج 

Rewş ev e; çi kesê ku rêz li fermanên Xwedê bigire, ev li cem Xwedayê wî jê re çêtir e. ji we re hatiye xwendin, ew ne tê de ye, heywanên din ji we re hatine helalkirin. Nexwe, dev ji wan pûtên ku ew pîs in berdin û ji şadezoriyê jî xwe biparêzin.

-14حُنَفَاءَ لِلَّهِ غَيْرَ مُشْرِكِينَ بِهِ ۚ وَمَن يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَكَأَنَّمَا خَرَّ مِنَ السَّمَاءِ فَتَخْطَفُهُ الطَّيْرُ أَوْ تَهْوِي بِهِ الرِّيحُ فِي مَكَانٍ سَحِيقٍ (31) الحج

Ji dînên pûç berê xwe vegerînin; berê xwe bidin dînê Xwedê û jê re hevpişkan çênekin. Vêca kî tiştekî ji Xwedê re bike hevpişk, her wekî ew ji esmên ketibe xwarê, vêca teyrek hê li hewa xwe lê bide, yan jî ba wî biavêjê cihekî dûr û kûr.

-15ذَٰلِكَ وَمَن يُعَظِّمْ شَعَائِرَ اللَّهِ فَإِنَّهَا مِن تَقْوَى الْقُلُوبِ (32) الحج 

Rewş ev e; kî, nîşanên Xwedê mezin bidêre (ji hukim û fermanên wî re rêzdar be) bêguman ew ji teqwadariya dilan e.

16 لَكُمْ فِيهَا مَنَافِعُ إِلَىٰ أَجَلٍ مُّسَمًّى ثُمَّ مَحِلُّهَا إِلَى الْبَيْتِ الْعَتِيقِ (33) الحج 

Di van de heya demek diyarkirî ji we re feyde hene. Paşê cihê wan Beyt-î Atîk e.

17وَلِكُلِّ أُمَّةٍ جَعَلْنَا مَنسَكًا لِّيَذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَىٰ مَا رَزَقَهُم مِّن بَهِيمَةِ الْأَنْعَامِ ۗ فَإِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ فَلَهُ أَسْلِمُوا ۗ وَبَشِّرِ الْمُخْبِتِينَ (34) الحج

Me ji her umetê re qurbangehek daniye da ku li ser şerjêkirina wan terşan ku wek risq me daye wan navê Xwedê bînin. Xwedayê we Xwedayekî yek e, vêca radestî ber fermana Wî bibin. Mizgînê bide wan kesên ku ji bo Xwedê xwe dişkînin û dilnizm in!

18الَّذِينَ إِذَا ذُكِرَ اللَّهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَالصَّابِرِينَ عَلَىٰ مَا أَصَابَهُمْ وَالْمُقِيمِي الصَّلَاةِ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ (35) الحج

Ew ên ku dema (navê) Xwedê tê gotin, dilên wan dilerize û dema belayek bê serê wan xwe radigrin, nimêjê bi awayê pêdivî dikin û ji risqê me daye wan xerc dikin.

-19وَالْبُدْنَ جَعَلْنَاهَا لَكُم مِّن شَعَائِرِ اللَّهِ لَكُمْ فِيهَا خَيْرٌ ۖ فَاذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَيْهَا صَوَافَّ ۖ فَإِذَا وَجَبَتْ جُنُوبُهَا فَكُلُوا مِنْهَا وَأَطْعِمُوا الْقَانِعَ وَالْمُعْتَرَّ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرْنَاهَا لَكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (36) الحج 

Me (qurbankirina) heywanên gir ji we re kiriye nişanên dînê Xwedê, di wan de ji bo we xêr û bêr heye. Naxwe dema we li ser sê lingan ji piya şerjêkirin, li ser wan (navê) Xwedê bînin û dema ku bi ser kêleka xwe ve ketin (şerjêkirina wan hate cih), êdî jê bixwin û bi ên xwedî ihtiyac û ên ne xwedî ihtiyac jî bidin xwarin. Her wisa me ev heywan ji we re berdest kirine da ku hûn spasiya min bikin.

20وَقَالَ إِنِّي ذَاهِبٌ إِلَىٰ رَبِّي سَيَهْدِينِ (99) رَبِّ هَبْ لِي مِنَ الصَّالِحِينَ (100)

Îbrahîm got: Ez diçim bal Xwedayê xwe ve, ew ê min rasterê bike.

Got: Xwedayê min! Zarokekî qencîkar bide min.

21 فَبَشَّرْنَاهُ بِغُلَامٍ حَلِيمٍ (101)

Me mizgîniya kurekî pir mulayim da wî.

22فَلَمَّا بَلَغَ مَعَهُ السَّعْيَ قَالَ يَا بُنَيَّ إِنِّي أَرَىٰ فِي الْمَنَامِ أَنِّي أَذْبَحُكَ فَانظُرْ مَاذَا تَرَىٰ ۚ قَالَ يَا أَبَتِ افْعَلْ مَا تُؤْمَرُ ۖ سَتَجِدُنِي إِن شَاءَ اللَّهُ مِنَ الصَّابِرِينَ (102  الصافات

Çi dema kurê wî gihîşte çaxa ku bi bavê xwe re bigere û digel wî kar bike, Îbrahîm jê re wiha got: Kurkê mino! Min di xewnê de dîtiye ku min tu şerjê dikir. Vêca tu çi dibejî? Wî jî bersiv da û jê re got: Bavo fermana ku li te hatiye kirin, bi cih bîne. Xwedê hezke, tu yê min ji sebirkêşan bibînî.

23فَلَمَّا أَسْلَمَا وَتَلَّهُ لِلْجَبِينِ (103)

Vêca dema ku herdu teslîm bûn; ew li ser eniya wî gêr kir.

24وَنَادَيْنَاهُ أَن يَا إِبْرَاهِيمُ (104) قَدْ صَدَّقْتَ الرُّؤْيَا ۚ إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ (105)

Me bangî wî kir; Ey Îbrahîm! Bi rastî te xewn bi cih anî. Bêguman em bi vî awayî qencîkarên rast û durist xelat dikin.

 

 

Têbinîyên Giring:

1-Xwuda kabe gerandiye cîyê konferansa çareseriye piştgirêkên civakê.

2-Hec di mehên diyarde kesê li ser xwe farzbikê bila nezî livîne xwe nebê. Gengeşî û pevçûne nekin. Çi xêrê bikin Xwuda pê zanê û kare herî mezin rêzgirtine Xwudayê.

3-Çûna hecê erke Xwedê ye li ser mirovan bawermendê, ku derfetên wa û ewlehi hebê.

4-Me kewser dayete ji Rabbê xwera limêj bike û qurbanê serjêke.

5- Bêguman ev a ha, azmûneke aşkera ye. Me qurbaneke mezin kire goriya wî.

6-Xwin û goştê qurbanên we nagihijin Xwuda bes hûrmeta we dighijê Xwuda.

7-Ji bo sud bigrin di rojê eşkerede navê Xwuda li ser qurbanê ku bi rizqanî daye we bînin.

8-Dîyarke ku ji dur. Peya an bi wasitayên curbecur werin hecê cem we.

9-Geli bawermenda bê hûrmetiyê li nişanen dînê Xwuda û rûmeta mehên heramkirî û ajalên qurbanê û kesen ji bo bezirganî û rizaye Xwuda serdane mala pîroz dikin nekin.

 

Yorumlar kapalı.
Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR