0 ROJI Û REMEZAN
-1يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِن قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ البقرة (183
Gelî mu’minan! Rojî girtin, çawa li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin, herwiha li ser we jî hatiye ferzkirin; da ku hûn bi rojî girtinê xwe bi parêzin.
2– أَيَّامًا مَّعْدُودَاتٍ ۚ فَمَن كَانَ مِنكُم مَّرِيضًا أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِّنْ أَيَّامٍ أُخَرَ ۚ وَعَلَى الَّذِينَ يُطِيقُونَهُ فِدْيَةٌ طَعَامُ مِسْكِينٍ ۖ فَمَن تَطَوَّعَ خَيْرًا فَهُوَ خَيْرٌ لَّهُ ۚ وَأَن تَصُومُوا خَيْرٌ لَّكُمْ ۖ إِن كُنتُمْ تَعْلَمُونَ (184) البقرة
Li ser we hatiye ferzkirin ku hûn çend rojên bi jimar rojî bigirin. Êdî kî ji we nexweş be yan jî rêwî be bila bi qasî rojên ku di nexweşî û rêwîtiyê de xwariye di rojên din de rojî bigire. Ew kesên ku ji kalîtî û nexweşiyê nikarin rojî bigirin, fidye li wan dikeve; ku xwarindayîna belengazekî ye. Êdî kî ku bi dilê xwe zêdetir bide, ew jê re çêtir e. Eger hûn digel zehmetiyan jî rojî bigrin, ew ji we re bixêrtir e eger hûn bizanin.
3– شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِّلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِّنَ الْهُدَىٰ وَالْفُرْقَانِ ۚ فَمَن شَهِدَ مِنكُمُ الشَّهْرَ فَلْيَصُمْهُ ۖ وَمَن كَانَ مَرِيضًا أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِّنْ أَيَّامٍ أُخَرَ ۗ يُرِيدُ اللَّهُ بِكُمُ الْيُسْرَ وَلَا يُرِيدُ بِكُمُ الْعُسْرَ وَلِتُكْمِلُوا الْعِدَّةَ وَلِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (185) البقرة
Meha Remezanê ye, ya ku tê de Qur’an hatiye şandin ku ayetên wê ji mirovan re rêber in û ji bo cudakirina heq ji batilî delîlên eşkere ne. Êdî kî ku ji we ev meh bi ser de hat bila di vê mehê de rojî bigre. Çi kesê ku di van rojan de nexweş be yan jî rêwî be bila bi qasî wan rojên ku di wan de rojî negirtiye, di rojên din de bigre. Xuda ji bo we rehetiyê dixwaze û zehmetiyê naxwaze, hûn fitirîbin qeza bikin da hûn meha Remazanê bê kêmasî bigrin û ji ber ku hûn rasterê kirin, Xuda mezin bidêrin û barê we sivikkir da ku hûn sipasiya wî bikin.
4– أُحِلَّ لَكُمْ لَيْلَةَ الصِّيَامِ الرَّفَثُ إِلَىٰ نِسَائِكُمْ ۚ هُنَّ لِبَاسٌ لَّكُمْ وَأَنتُمْ لِبَاسٌ لَّهُنَّ ۗ عَلِمَ اللَّهُ أَنَّكُمْ كُنتُمْ تَخْتَانُونَ أَنفُسَكُمْ فَتَابَ عَلَيْكُمْ وَعَفَا عَنكُمْ ۖ فَالْآنَ بَاشِرُوهُنَّ وَابْتَغُوا مَا كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ ۚ وَكُلُوا وَاشْرَبُوا حَتَّىٰ يَتَبَيَّنَ لَكُمُ الْخَيْطُ الْأَبْيَضُ مِنَ الْخَيْطِ الْأَسْوَدِ مِنَ الْفَجْرِ ۖ ثُمَّ أَتِمُّوا الصِّيَامَ إِلَى اللَّيْلِ ۚ وَلَا تُبَاشِرُوهُنَّ وَأَنتُمْ عَاكِفُونَ فِي الْمَسَاجِدِ ۗ تِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ فَلَا تَقْرَبُوهَا ۗ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ آيَاتِهِ لِلنَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ (187) البقرة
Di şevên Remezanê de çûyîna nivînên jinên we li we hatiye serbestkirin. Ew ji bo we cil in kêmasiyên we vedişêrin hûn jî, ji bo wan cil in kêmasiyên wan pêk tînin. Xuda bi we dizane ku hûn xwe nagirin û bi çûna nivînên wan hûnê bêbextiyê bi xwe re bikin. Vêca Xuda toba we qebûl kir û li kêmasiyên we bihurî. Êdî ji vir û pê de di şevên Remezanê de herin nivîna hevserên xwe û ya Xuda ji bo we nivîsî jê bixwazin. Bi şev heta ku tayê spî ji tayê reş kifş bibe bixwin û vexwin. Piştî şeveqê da, rojiyê bidomînin heta êvarê. Dema hûn bi qesda î’tikafê li mizgeftan bin, qet neçin nivînên hevserên xwe. Ev tixûbên Xuda ne, vêca ji van tixûban neborin! Ha bi vî awayî Xuda ayetên xwe ji mirovan re eşkere dike da ku ew, xwe biparêzin.
-1مَنْ صَامَ رَمَضَانَ إِيمَانًا وَاحْتِسَابًا غُفِرَ لَهُ مَا تَقَدَّمَ مِنْ ذَنْبِهِ [ رواه البخاري ومسلم
Kî bi bawerî û bi hêvîya xelatê rojiya Remezanê bigre, gunehên wî yên berê tên efûkirin.
2- ربَّ صائمٍ ليسَ لَه من صيامِه إلَّا الجوعُ وربَّ قائمٍ ليسَ لَه من قيامِه إلَّا السَّهرُ (صحيح ابن ماجه)
Gelek rojîgir ji xeynî birçîbûnê tu qezenca wan tune û gelek qiyaymker ji bilî dereng razanê tu qezenca wan tune.
-3مَنْ لَم يَدَعْ قَوْلَ الزُوْرِ والعَمَلَ بِهِ والجَهْلَ فَلَيْسَ للّه حَاجَةٌ فِي أنْ يَدَعَ طَعَامَهُ وشَرَابَهُ “.(رواه البخاري وأبو داود
Kî ji derew û derew kirinê bernedê û nezaniyê terk nekê, Xwuda ne hewceyi ne xwerin û ne vexwerine wîye.
4- إِذَا جَاءَ رَمَضَانُ فُتِّحَتْ أَبْوَابُ الْجَنَّةِ، وَغُلِّقَتْ أَبْوَابُ النَّارِ، وَصُفِّدَتِ الشَّيَاطِينُ. [ متفق عليه
Dema Remezanê tê dergehên cennetê vedibin, deriyên cehennemê tên girtin û şeytan têne zincîrkirin.
Têbiniyên Girîng
1-Rojîgirtin, mîna nimêjê, di olên berê yên yek xwudayî de îbadeteke ferz e.
2-Armanca roji yê ew e ku mirov bi pîretîkê jiyanê perwerde bike.
3-Armanca rojiyê paqijbûn e, manewîye ne êşandine.
4-Kesên ku nikarin rojiya Remezanê bigirin divê kefaret bidin.