2-DESTPÊKA WEHYÊ:
–1ٱقۡرَأۡ بِٱسۡمِ رَبِّكَ ٱلَّذِی خَلَقَ١ خَلَقَ ٱلۡإِنسَـٰنَ مِنۡ عَلَقٍ٢ ٱقۡرَأۡ وَرَبُّكَ ٱلۡأَكۡرَمُ ٣ ٱلَّذِی عَلَّمَ بِٱلۡقَلَمِ٤ عَلَّمَ ٱلۡإِنسَـٰنَ مَا لَمۡ یَعۡلَمۡ ٥ العلق
Bi navê Xwedayê xwe yî ku afirandiye bixwîne! Însan ji xwîna hişk afirandiye. Bixwîne! Xwedayê te her xwediyê kerema pir e. Ew Xwedayê ku bi qelemê mirov perwerde kiriye. Însan fêrî ya ku nizanê kiriye.
–2الَّذِينَ يَسْتَمِعُونَ الْقَوْلَ فَيَتَّبِعُونَ أَحْسَنَهُ ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ هَدَاهُمُ اللَّهُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمْ أُولُو الْأَلْبَاب) الزمر (18:
Ew bendeyên ku li gotinan guhdarî dikin û li dûv a herî baş diçin. Ha ew in yên ku Xwedê ew rasterê kirine û ew bi xwe ne yên xwedanhiş û biaqil.
–3وَمِنَ النَّاسِ وَالدَّوَابِّ وَالْأَنْعَامِ مُخْتَلِفٌ أَلْوَانُهُ كَذَٰلِكَ ۗ إِنَّمَا يَخْشَى اللَّهَ مِنْ عِبَادِهِ الْعُلَمَاءُ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ غَفُورٌ ) فاطر(28:
Û di nav mirovan, dewar û terş de jî rengên cuda hene. Ji bendeyên Xwedê bes yên alim ji Xwedê bi heqî ditirsin. Bêguman Xwedê bi hêz û afûker e.
-4إِنَّمَا إِلَٰهُكُمُ اللَّهُ الَّذِي لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ وَسِعَ كُلَّ شَيْءٍ عِلْمًا ) طه(98:
Bêguman îlahê we bes Ellah e, ew ê ku ji Wî pê ve tu îlah tun e. Zanîna Wî her tiştî dihewîne.
–5وَمَا أَرْسَلْنَا قَبْلَكَ إِلَّا رِجَالًا نُّوحِي إِلَيْهِمْ ۖ فَاسْأَلُوا أَهْلَ الذِّكْرِ إِن كُنتُمْ لَا تَعْلَمُونَ) الأنبياء(7:
Me, beriya te yê ku ji wan re wehî şandiye her zilam bûne; eger hûn nizanin ji ehlê zanînê bipirsin.
–6أَمَّنْ هُوَ قَانِتٌ آنَاءَ اللَّيْلِ سَاجِدًا وَقَائِمًا يَحْذَرُ الْآخِرَةَ وَيَرْجُو رَحْمَةَ رَبِّهِ ۗ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الَّذِينَ يَعْلَمُونَ وَالَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ ۗ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ) الزمر( 9:
Erê ma ew ê îtaetkar ku di demên şevê de, di sucûd û li ser piyan, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya Xwedayê xwe hêvî dike, çêtir û birûmetir e (yan ew ê ku kafir bûye)? Bibêje: Ma ew ên ku dizanin û ew ên ku nizanin qet dibin wekhev? Bi rastî tenê yên aqilmend ders û îbret werdigrin.
–7بَلْ هُوَ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ فِي صُدُورِ الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الظَّالِمُون) العنكبوت(49:
Naxêr, belkî ev Quran di sînga wan ên ku ji wan re zanîn hatiye dayîn de nîşanên aşkera ne. Ji yên zaliman pê ve tu kes ayetên me mandel înkar nake.
–8وَيَرَى الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ الَّذِي أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ هُوَ الْحَقَّ وَيَهْدِي إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ) سبأ(6:
Ew ên ku ilm û zanîn ji bo wan hatiye dayîn, ew baş dizanin ku ev Quran ji cem Xwedayê te hatiye şandin, ew heq û rast e. Ew berê (mirovan) dide riya wî Xwedayê desthilat, yê hêjayî pesindayînê.
–9يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قِيلَ لَكُمْ تَفَسَّحُوا فِي الْمَجَالِسِ فَافْسَحُوا يَفْسَحِ اللَّهُ لَكُمْ ۖ وَإِذَا قِيلَ انشُزُوا فَانشُزُوا يَرْفَعِ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَالَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ دَرَجَاتٍ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ) المجادلة( 11:
Gelî yên ku bawerî anîne! Dema ku ji we re bê gotin; di dîwanên xwe yên civînan de fireh bikin, vêca hûn jî cih fireh bikin, Xwedê jî ji bo we cih fireh dike. Gava ku ji we re bê gotin; ji cihê xwe rabin, vêca hûn jî rabin. Ew ên ku ji we bawerî anîne û ew ên ku zanîn ji wan re hatiye dayîn Xwedê mertebeya wan bilind dike. Xwedê bi kar û kiryarên ku hûn dikin agahdar e.
Têbinîyên Girîng:
1-Fermane wendinê bi navê Xwuda.
2-gohdarkirine her cureyî û li payçûne ê herî pîroz, qenc.
3-Ji mexlukên Xwuda encaq ê zanyar ji Xwuda di tirsin.
4-Zanebûne wî Xwudayê ku ji wî pêva Xwuda nîne her tişt di hewîne.
5-Azadî di pêşîvantiya zanyaredeye.
6-Zane û nezan ne wekhevin û enceq kesên aqlmend ders û îbret digrin.
7-Ayetên me disinge zanyarede nîşanên hişkerene û ji zaliman pêştir kes ayetên me Mandel, înk’ar nakê.
8-Ê zanyarin ku heqîya Xwudayê ku berê mirova dide rastiyê dide dibinin.
9-Bi kar û kiryarên ku dikin merteba bawermendê zanyar bilind dike.