Arşiv 30 Ağustos 2024

BIREVEBIRINE HEBÛNE:

BIREVEBIRINE HEBÛNE:

-1 اللَّهُ الَّذِي رَفَعَ السَّمَاوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا ۖ ثُمَّ اسْتَوَىٰ عَلَى الْعَرْشِ ۖ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ يَجْرِي لِأَجَلٍ مُّسَمًّى ۚ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ يُفَصِّلُ الْآيَاتِ لَعَلَّكُم بِلِقَاءِ رَبِّكُمْ تُوقِنُونَ)  الرعد (2:

Ew ê ku asîman bêsitûn (bi awayê) ku hûn dibînin bilind çêkirin Xwedê ye, paşê li ser Erşê hukimraniyê raser bû; roj û heyv (ji vîna xwe re) stûxwar kirin ku her yek ji wan heyanî demeke diyarkirî di çerxa xwe de bilez digere. Xwedê, kar û barê xwe, milk û desthelatiya xwe bi rê ve dibe, nîşanên yekîtî û qudreta xwe berfireh ronî dike, da ku hûn bi çûyina hizûra Xawedayê xwe ji dil bawerî bînin.

Görebileceğiniz bir direk olmadan gökleri yükselten, sonra tüm yönetime egemen olan, güneşi ve ayı buyruk altına alan ALLAH’tır. Hepsi belli bir süre için akıp gitmektedir. Tüm işleri kontrol eder ve ayetleri detaylı olarak açıklar ki Rabbinizle kavuşma konusunda kuşkunuz kalmasın

-2وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ)  آل عمران (109:  

Çi tiştên li erd û asîmanan hene her ew milkê Xwedê ne û her kar û bar, dê bi bal Wî ve vegere.

Göklerde ve yerde ne varsa ALLAH’ındır ve tüm işler ALLAH tarafından kontrol edilir.

-3اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الْحَيُّ الْقَيُّومُ ۚ لَا تَأْخُذُهُ سِنَةٌ وَلَا نَوْمٌ ۚ لَّهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ مَن ذَا الَّذِي يَشْفَعُ عِندَهُ إِلَّا بِإِذْنِهِ ۚ يَعْلَمُ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ ۖ وَلَا يُحِيطُونَ بِشَيْءٍ مِّنْ عِلْمِهِ إِلَّا بِمَا شَاءَ ۚ وَسِعَ كُرْسِيُّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ ۖ وَلَا يَئُودُهُ حِفْظُهُمَا ۚ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْعَظِيمُ ( البقرة (255:

Allah (Xwedê), ji Wî pê ve tu îlah tun in, her sax e, her ragirê heyînê ye. Ne xew wî digire ne jî hênijîn. Her jê re ye ya li asîmanan û ya li erdê. Ji bilî yê ku wî destûr dabe ew kî ye (ku bêdestûra wî) li cem wî mehderiyê bike? (Xwedê) kiryarên ku mirov dikin û yên kirine pê dizane. Ji ya ku wî xwestiye pê ve kes tiştekî ji zanîna wî nizane. Kursiyê wî erd û esman di xwe de girtiye. Parastina wan pê giran nayê û her ew e yê raser ê mezin.

ALLAH: O’ndan başka tanrı yoktur, Yaşayandır, Sonsuzdur. Kendisini ne dalgınlık ne de uyuklama tutmaz. Göklerde ve yerde ne varsa O’nundur. İzni olmadan kim O’nun katında aracılık edebilir? Onların geçmişini ve geleceğini bilir. Dilediği miktar dışında O’nun bilgisinden hiç bir şeyi kavrayamazlar. Egemenliği gökleri ve yeri kapsamıştır. Onları düzen içinde korumak onu yormaz. O Yücedir, Büyüktür.

-4قُلْ مَن يَرْزُقُكُم مِّنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ أَمَّن يَمْلِكُ السَّمْعَ وَالْأَبْصَارَ وَمَن يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّ وَمَن يُدَبِّرُ الْأَمْرَ ۚ فَسَيَقُولُونَ اللَّهُ ۚ فَقُلْ أَفَلَا تَتَّقُونَ)   يونس(31:

(Ji muşrikan re) bibêje: Ma kî ji erd û asîmanan rizqê we dide yan ma kî dikare guh û çavan biafirîne, kî dikare yê sax ji yê mirî û yê mirî ji yê sax derxe û kî karên afirandinê bi rê ve dibe? Vêca ew ê bibêjin: Ellah e. Nexwe (ji wan re) bibêje: Eger wisa ye, êdî çima hûn xwe (ji ezabê) Xwedê naparêzin?

De ki: “Size gökten ve yerden kim rızık veriyor, ya da gözleri ve kulakları yaratan, koruyan kim? Kim çıkarıyor ölüden diriyi ve kim çıkarıyor diriden ölüyü? İşi kim idare ediyor?” Hemen “Allah” diyecekler. De ki: “Hâlâ sakınmıyor musunuz?”

-5أَفَغَيْرَ دِينِ اللَّهِ يَبْغُونَ وَلَهُ أَسْلَمَ مَن فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَإِلَيْهِ يُرْجَعُونَ)  آل عمران (83:

Ma ew ji xeynî dînê Xwedê li tiştekî din digerin? Lê her tiştê di erd û asîmanan de berdest bûne û ew ê bi bal Wî ve vegerin.

Onlar Allah’ın dininden başkasını mı arıyorlar? Oysa göklerdeki ve yerdekilerin hepsi, ister istemez O’na teslim olmuştur ve O’na döndürüleceklerdir.

RÊGAZÊN XWEZAYÎ:

RÊGAZÊN XWEZAYÎ:

-1الَّذِي خَلَقَ فَسَوَّىٰ *وَالَّذِي قَدَّرَ فَهَدَىٰ (سورة الأعلى: 3-2(

Ew Xwedayê ku (mexlûq) afirandine, vêca bêkêmasî şekil û teşe daye wan.

Ew Xwedayê ku her tişt bi pîvan çêkiriye, vêca rê nîşan dayê.

O ki yarattı, düzene koydu. O ki ölçtü, yol gösterdi.

-2وَهُوَ الَّذِي خَلَقَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ فِي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ ) الأنبياء(33:

Xweda ye ku şev û ro, roj û heyv afirandine. Her yek ji wan di rêgeha xwe de diherikê.

Geceyi ve gündüzü, güneşi ve ayı yaratan O’dur. Onların her biri bir yörüngede akıp gitmektedirler.

-3أَفَلَمْ يَنظُرُوا إِلَى السَّمَاءِ فَوْقَهُمْ كَيْفَ بَنَيْنَاهَا وَزَيَّنَّاهَا وَمَا لَهَا مِن فُرُوجٍ ( ق(6:

Ma ew li asîmanên di ser xwe re nanêrin ku Me çawa ew (bêstûn) avakirine û Me ew (bi stêran) xemilandine û jê re tu qelş û kêmasî tun in.

Üstlerindeki göğü nasıl bina ettiğimize, onu nasıl süslediğimize ve onda hiçbir çatlağın olmadığına bakmazlar mı?

-4إِنَّا كُلَّ شَيْءٍ خَلَقْنَاهُ بِقَدَرٍ (49)   وَمَا أَمْرُنَا إِلَّا وَاحِدَةٌ كَلَمْحٍ بِالْبَصَرِ (  القمر  (50:

Bêguman Me her tişt bi pîvan afirandiye.

Fermana Me (ji bo çêkirina her tiştekî) carek e; wekî girtin û vekirina çav e.

Şüphesiz biz, her şeyi bir ölçüye göre yarattık. Bizim buyruğumuz, göz açıp kapama gibi anlık bir iştir.

-5الَّذِي خَلَقَ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ طِبَاقًا ۖ مَّا تَرَىٰ فِي خَلْقِ الرَّحْمَٰنِ مِن تَفَاوُتٍ ۖ فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَىٰ مِن فُطُورٍ ( الملك (3:

Ew Xwedayê ku heft tebeq asîman di ser hev re ahengsaz çêkirine, tu yê di çêkirina Xweda yê Reḥman de tu kêmasî û nakokiyê nebînî. Vêca de berê xwe bidê, erê ma tu kêmasiyekê tê de dibînî?

O yedi göğü kat kat yaratmıştır. Rahman’ın yaratışında her hangi bir kusur bulamazsın. Bakışlarını yönelt de bak; herhangi bir çatlak görebiliyor musun?

-6خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۖ يُكَوِّرُ اللَّيْلَ عَلَى النَّهَارِ وَيُكَوِّرُ النَّهَارَ عَلَى اللَّيْلِ ۖ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ يَجْرِي لِأَجَلٍ مُّسَمًّى ۗ أَلَا هُوَ الْعَزِيزُ الْغَفَّارُ ) الزمر (5:

Xwedê erd û asîman bi duristî û bi hîkmet afirandine. Ew şevê li ser rojê dipêçe, rojê jî li ser şevê dipêçe. Roj û heyv ji fermana xwe re tewandine. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî dê (di rêgeha xwe de) bigerin. Agahdar bin! Her Xwedê ye yê desthilat, yê gunehjêbir.

Allah, gökleri ve yeri bir amaç uğruna yarattı. Geceyi gündüze, gündüzü geceye sarar. Güneşi ve ayı emri altına almıştır. Her biri belli bir süreye kadar akıp gider. Dikkat ediniz, O’nun her şeye gücü yeter; affedicidir.

-7وَالسَّمَاءَ بَنَيْنَاهَا بِأَيْدٍ وَإِنَّا لَمُوسِعُونَ 47 وَالْأَرْضَ فَرَشْنَاهَا فَنِعْمَ الْمَاهِدُونَ 48 وَمِن كُلِّ شَيْءٍ خَلَقْنَا زَوْجَيْنِ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ (49 الذاريات

Me asîman bi hêz ava kiriye û Birastî em wî hê jî fireh dikin. Me erd jî raxistiye (da bi kêrî jiyanê bê), çi xweş raêxer in Em! Me ji her tiştî cotek afirandiye da ku hûn bifikirin û şîret wergirin.

Göğü de kuvvetler ile inşa eden Biziz. Ve gerçekten Biz genişleticiyiz.
Yeri de döşedik. Ne güzel döşeyiciyiz! Düşünüp öğüt alasınız diye, her şeyi çift yarattık.

ARMANC Jİ AFIRANDINA KAÎNATI:

ARMANC Jİ AFIRANDINA KAÎNATI:

وَخَلَقَ ٱللَّهُ ٱلسَّمَـٰوَ ٰ⁠تِ وَٱلۡأَرۡضَ بِٱلۡحَقِّ وَلِتُجۡزَىٰ كُلُّ نَفۡسِۭ بِمَا كَسَبَتۡ وَهُمۡ لَا یُظۡلَمُون  )الجاثية(22:

Xwedê erd û asîman bi heqî afirandine. Bi vî awayî her kes dê li gorî qazanca xwe bête xelat û celatkirin, tu zordarî jî li wan nayê kirin.

Allah, gökleri ve yeri bir amaç uğruna yarattı ki, her can, kendi kazandığının karşılığını görsün. Onlar asla haksızlığa uğratılmazlar.

أَوَلَمۡ یَتَفَكَّرُوا۟ فِیۤ أَنفُسِهِمۗ مَّا خَلَقَ ٱللَّهُ ٱلسَّمَـٰوَ ٰ⁠تِ وَٱلۡأَرۡضَ وَمَا بَیۡنَهُمَاۤ إِلَّا بِٱلۡحَقِّ وَأَجَلࣲ مُّسَمࣰّىۗ وَإِنَّ كَثِیرࣰا مِّنَ ٱلنَّاسِ بِلِقَاۤىِٕ رَبِّهِمۡ لَكَـٰفِرُونَ )الروم   (8:

Erê ma ew di çêkirina xwe de nafikirin. Xwedê erd û asîman û yên ku di navbera wan de hene bes bi heqî û ji bo demeke navlêkirî afirandine? Bêguman ji mirovan pir kes hene ku bi çûna ber destê Xwedê bawerî nayînin.
Kendi kendilerine, Allah’ın, gökleri, yeri ve ikisinin arasındakileri ancak bir amaç için ve sonu belirli bir süreye bağlı olarak yarattığını düşünmezler mi? İnsanlardan birçoğu, Rablerine kavuşacaklarını inkâr etmektedirler.

وَسَخَّرَ لَكُم مَّا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مِّنْهُ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ ( الجاثية(13:

Xweda, ji kerema xwe çi li asîmanan û erdê hene tev, ji we re bindest kirine. Hemin di vê de ji bo milletekî ku bifikirin pir ayet hene.

Göklerde ve yerde bulunan şeyleri, kendisinden bir lütuf olarak size boyun eğdirdi. Şüphesiz bunda, düşünen bir toplum için dersler vardır.

وَمَا بِكُم مِّن نِّعْمَةٍ فَمِنَ اللَّهِ ۖ ثُمَّ إِذَا مَسَّكُمُ الضُّرُّ فَإِلَيْهِ تَجْأَرُونَ)  النحل(53:

Her ni’meteke we ji Xuda ye, îdî gava tengasî bi we re hat, hûnê xwe bispêrin Wî.

Nimet olarak size ulaşan ne varsa, Allah’tandır. Sonra size bir zarar dokunduğu zaman yalnız O’na yalvarırsınız.

اللَّهُ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَأَنزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَخْرَجَ بِهِ مِنَ الثَّمَرَاتِ رِزْقًا لَّكُمْ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ الْفُلْكَ لِتَجْرِيَ فِي الْبَحْرِ بِأَمْرِهِ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ الْأَنْهَارَ (32) ابراهيم

Ew ê ku erd û asîman afirandin Xwedê ye, ji ewran av aniye xwarê, vêca bi wê avê mêweyên rengereng bi risqînî ji we re deranîn. Ji bo we keştî stûxwar kirin da ku bi destûra Wî di deryayê de avjeniyê bikin (û barên giran bikêşin) û ji bo we çem jî berdest kirine.

Gökleri ve yeri yaratan, gökten suyu indirip onunla rızık olarak size türlü meyveler çıkaran; izni ile denizde yüzüp gitmeleri için gemileri emrinize veren; nehirleri de sizin için akıtan O’dur.

وَسَخَّرَ لَكُمُ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ دَائِبَيْنِ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ (33) ابراهيم

Xwedê roj û heyv bi berdewamî xistine ber xizmeta we, şev û roj ji bo we misixur kirin.

Düzenli seyreden güneşi ve ayı size faydalı kılan; geceyi ve gündüzü de istifadenize sunan O’dur.

وَسَخَّرَ لَكُمُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ وَالنُّجُومُ مُسَخَّرَاتٌ بِأَمْرِهِ ۗ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَعْقِلُونَ (12)  النحل  

Xwedê şev û ro, roj û heyv xistine ber xizmeta we. Stêr jî bi fermana Xwedê sernerm û misuxir in. Bêguman di van de, ji bo yên ku hişê xwe bixebitînin gelek nîşan hene.

Geceyi, gündüzü, güneşi, ayı sizin hizmetinize verdi. Yıldızlar onun buyruğuna boyun eğmektedir. Aklını kullananlara bunda dersler vardır.

DESTPÊKA WEHYÊ:

DESTPÊKA WEHYÊ:

-1ٱقۡرَأۡ بِٱسۡمِ رَبِّكَ ٱلَّذِی خَلَقَ١ خَلَقَ ٱلۡإِنسَـٰنَ مِنۡ عَلَقٍ٢ ٱقۡرَأۡ وَرَبُّكَ ٱلۡأَكۡرَمُ ٣ ٱلَّذِی عَلَّمَ بِٱلۡقَلَمِ٤ عَلَّمَ ٱلۡإِنسَـٰنَ مَا لَمۡ یَعۡلَمۡ ٥ العلق

Bi navê Xwedayê xwe yî ku afirandiye bixwîne! Însan ji xwîna hişk afirandiye. Bixwîne! Xwedayê te her xwediyê kerema pir e. Ew Xwedayê ku bi qelemê mirov perwerde kiriye. Însan fêrî ya ku nizanê kiriye.

Yaratan Rabbinin adı ile oku! O, insanı bir embriyodan yarattı. Oku; çünkü Rabbin sonsuz kerem sahibidir. O, insana kalemi kullanmayı öğretendir. İnsana bilmediğini öğretti.

-2الَّذِينَ يَسْتَمِعُونَ الْقَوْلَ فَيَتَّبِعُونَ أَحْسَنَهُ ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ هَدَاهُمُ اللَّهُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمْ أُولُو الْأَلْبَاب)  الزمر (18:

Ew bendeyên ku li gotinan guhdarî dikin û li dûv a herî baş diçin. Ha ew in yên ku Xwedê ew rasterê kirine û ew bi xwe ne yên xwedanhiş û biaqil.

Sözleri dinleyip en güzeline uyanları müjdele. İşte Allah’ın doğru yola ulaştırdığı bunlardır. Gerçek akıl sahipleri de bunlardır.

-3وَمِنَ النَّاسِ وَالدَّوَابِّ وَالْأَنْعَامِ مُخْتَلِفٌ أَلْوَانُهُ كَذَٰلِكَ ۗ إِنَّمَا يَخْشَى اللَّهَ مِنْ عِبَادِهِ الْعُلَمَاءُ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ غَفُورٌ  )  فاطر(28:

Û di nav mirovan, dewar û terş de jî rengên cuda hene. Ji bendeyên Xwedê bes yên alim ji Xwedê bi heqî ditirsin. Bêguman Xwedê bi hêz û afûker e.

Aynı şekilde, insanlardan, diğer canlılardan ve evcil hayvanlardan da renkleri farklı olanlar vardır. Allah’a ancak bilgili kulları saygı duyar. Şüphesiz ki Allah güçlü ve bağışlayıcıdır.

-4إِنَّمَا إِلَٰهُكُمُ اللَّهُ الَّذِي لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ وَسِعَ كُلَّ شَيْءٍ عِلْمًا ) طه(98:

Bêguman îlahê we bes Ellah e, ew ê ku ji Wî pê ve tu îlah tun e. Zanîna Wî her tiştî dorpêç kiriye.
“Sizin tanrınız yalnızca, kendisinden başka tanrı olmayan Allah’tır. O’nun ilmi her şeyi kuşatmıştır.”

-5وَمَا أَرْسَلْنَا قَبْلَكَ إِلَّا رِجَالًا نُّوحِي إِلَيْهِمْ ۖ فَاسْأَلُوا أَهْلَ الذِّكْرِ إِن كُنتُمْ لَا تَعْلَمُونَ)  الأنبياء(7:

Me, beriya te yê ku ji wan re wehî şandiye her zilam bûne; eger hûn nizanin ji ehlê zanînê bipirsin.

Senden önce de, erkeklerin dışında elçi göndermedik; eğer bilmiyorsanız uzmanlara sorunuz

-6أَمَّنْ هُوَ قَانِتٌ آنَاءَ اللَّيْلِ سَاجِدًا وَقَائِمًا يَحْذَرُ الْآخِرَةَ وَيَرْجُو رَحْمَةَ رَبِّهِ ۗ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الَّذِينَ يَعْلَمُونَ وَالَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ ۗ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ)   الزمر( 9:

Erê ma ew ê îtaetkar ku di demên şevê de, di sucûd û li ser piyan, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya Xwedayê xwe hêvî dike, çêtir û birûmetir e (yan ew ê ku kafir bûye)? Bibêje: Ma ew ên ku dizanin û ew ên ku nizanin qet dibin wekhev? Bi rastî tenê yên aqilmend ders û îbret werdigrin.
Geceleyin secde ederek ve ayakta durarak meditasyonda bulunan, ahiretin bilincinde olan ve Rabbinin rahmetini uman birine ne dersiniz? De ki, “Bilenlerle bilmeyenler bir olur mu?” Ancak akıl sahipleri öğüt alır.

-7بَلْ هُوَ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ فِي صُدُورِ الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الظَّالِمُون) العنكبوت(49:

Naxêr, belkî ev Quran di sînga wan ên ku ji wan re zanîn hatiye dayîn de nîşanên aşkera ne. Ji yên zaliman pê ve tu kes ayetên me mandel înkar nake.
Oysa tam aksine, Kur’ân, kendilerine ilim verilenlerin gönüllerinde apaçık âyetler halindedir. Bizim âyetlerimizi zâlimlerden başkası inkâr edemez.

-8وَيَرَى الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ الَّذِي أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ هُوَ الْحَقَّ وَيَهْدِي إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ) سبأ(6:

Ew ên ku ilm û zanîn ji bo wan hatiye dayîn, ew baş dizanin ku ev Quran ji cem Xwedayê te hatiye şandin, ew heq û rast e. Ew berê (mirovan) dide riya wî Xwedayê desthilat, yê hêjayî pesindayînê.
Kendilerine bilgi verilmiş olanlar, Rabbinden sana indirilenin gerçek olduğunu ve onun Üstün ve en çok Övülen’in yoluna ilettiğini görürler.

-9يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قِيلَ لَكُمْ تَفَسَّحُوا فِي الْمَجَالِسِ فَافْسَحُوا يَفْسَحِ اللَّهُ لَكُمْ ۖ وَإِذَا قِيلَ انشُزُوا فَانشُزُوا يَرْفَعِ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَالَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ دَرَجَاتٍ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ) المجادلة( 11:

Gelî yên ku bawerî anîne! Dema ku ji we re bê gotin; di dîwanên xwe yên civînan de fireh bikin, vêca hûn jî cih fireh bikin, Xwedê jî ji bo we cih fireh dike. Gava ku ji we re bê gotin; ji cihê xwe rabin, vêca hûn jî rabin. Ew ên ku ji we bawerî anîne û ew ên ku zanîn ji wan re hatiye dayîn Xwedê mertebeya wan bilind dike. Xwedê bi kar û kiryarên ku hûn dikin agahdar e.

Ey inananlar! Size, “Meclislerde yer açın!” dendiği zaman yer açın ki Allah da size genişlik versin. Size, “kalkın” dendiği zaman da kalkın ki Allah sizden inananları ve kendilerine bilgi verilenleri derecelerle yükseltsin. Allah, yaptığınız her şeyden haberdardır.

HAC Û QURBAN

HAC Û QURBAN

-1جَعَلَ اللَّهُ الْكَعْبَةَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ قِيَامًا لِّلنَّاسِ وَالشَّهْرَ الْحَرَامَ وَالْهَدْيَ وَالْقَلَائِدَ ۚ ذَٰلِكَ لِتَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَأَنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ ( المائدة (97:

Xweda, ji mirovan re K‘ebeya bi navê “Beytul-Heram” kiriye wargeha serûberkirina karûbarên dîn û dinyayê, mehên xwedan-rûmet, qurbana hecê û ristikan (yên ku dikirin stûyê qurbanan) jî kiriye navgîna asayîşê. Ev jî da ku hûn bizanin; çi li erdê û çi li asîmanan her Xweda dizane. Bi rastî Xweda bi her tiştî zana ye.

Allah, Kâbe’yi, o saygıya lâyık evi, insanlar için kiyam yeri kıldı. O saygı değer ayı, kurbanı, boynu bağlı kurbanlıkları da böyle yaptı ki Allah’ın, göklerde ve yerde olanları ve her şeyi bilen olduğunu anlayasınız.

-2لَن يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَٰكِن يَنَالُهُ التَّقْوَىٰ مِنكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ ۗ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ (37) الحج

Ne goştê wan qurbanan, ne jî xwîna wan digihêje Xuda, lêbelê bes teqwadariya we digihêje wî. Herwiha Xuda ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn bi tekbîran Xuda mezin bidêrin û mizgîniyê bide qencîkarên rast û durist.

ALLAH’a ne onların etleri, ne de kanları ulaşır; O’na ancak sizin erdemli davranışınız ulaşır. Onları böylece sizin hizmetinize vermiştir ki, sizi doğruya ulaştırdığı için ALLAH’ın büyüklüğünü anasınız.

-3لِّيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ وَيَذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ فِي أَيَّامٍ مَّعْلُومَاتٍ عَلَىٰ مَا رَزَقَهُم مِّن بَهِيمَةِ الْأَنْعَامِ ۖ فَكُلُوا مِنْهَا وَأَطْعِمُوا الْبَائِسَ الْفَقِيرَ (28) الحج

Da ku ji bo xwe (di rojên Hecê de) berjewendiyên (dinyayî û axretî) bibînin û da ku di rojên aşkera de navê Xwedê li ser şerjêkirina heywanên qurbanê binin, ew ên ku me bi risqînî daye wan. Paşê ji (goştê) wan jî bixwin û bidin jar û xizanan.

“Kendileri için orada bulunan faydaları görsünler; belli günlerde kendilerine verdiğimiz hayvanlardan Allah’ın adını anarak kurban kessinler. Bu kurbanlardan yiyiniz, yoksullara da yediriniz!”

-4وَأَذِّن فِي النَّاسِ بِالْحَجِّ يَأْتُوكَ رِجَالًا وَعَلَى كُلِّ ضَامِرٍ يَأْتِينَ مِن كُلِّ فَجٍّ عَمِيقٍ : الحج ﴿٢٧﴾

Ziyareta Haccê ji mirovan re ragihînin. Bila ew ji dûr ve bi peya an bi gelek wesayîtan werin ba we.”

“İnsanlara Hac ziyaretini ilan et. Sana yaya olarak veya çeşitli taşıt araçlarıyla uzaklardan gelsinler.”

-5إِنَّا أَعْطَيْنَاكَ الْكَوْثَرَ فَصَلِّ لِرَبِّكَ وَانْحَرْ إِنَّ شَانِئَكَ هُوَ الأبتر

Me kewser daye te. Vêca ji Rebbê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke.

Bi rastî yê ku encama wî qutbûyî (bêzurriyet mayî) ew kes e ku li hemberîte kîndar e.

Biz sana bolca nimetler verdik. Öyleyse Rabbin için namaz kıl ve kurban kes!

Muhakkak ki sonu kesik olan, sana buğzedendir.

-6فِيهِ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَّقَامُ إِبْرَاهِيمَ ۖ وَمَن دَخَلَهُ كَانَ آمِنًا ۗ وَلِلَّهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ إِلَيْهِ سَبِيلًا ۚ وَمَن كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ (سورة آل عمران (97:

Tê de nîşanên eşkere û meqamê (cihpiyê) Îbrahîm heye, çi kesê bikeviyê ewledêrayî dibe. Ji bona Xweda çûna Heccê li ser mirovan wacib e ku ji aliyê rê ve karibe biçe (saxlembe, pere û xwarin û siwareka wî hebe û rê vekirî be) her kî jî wê mandel bike, vêca bi rastî Xweda hewcedarê cîhaniyan nîn e.

Orada apaçık ayetler (ve) İbrahim’in makamı vardır. Kim oraya girerse o güvenliktedir. Ona bir yol bulup güç yetirenlerin Ev’i haccetmesi Allah’ın insanlar üzerindeki hakkıdır. Kim inkâr ederse, şüphesiz, Allah alemlere karşı muhtaç olmayandır.

-7الْحَجُّ أَشْهُرٌ مَّعْلُومَاتٌ ۚ فَمَن فَرَضَ فِيهِنَّ الْحَجَّ فَلَا رَفَثَ وَلَا فُسُوقَ وَلَا جِدَالَ فِي الْحَجِّ ۗ وَمَا تَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ يَعْلَمْهُ اللَّهُ ۗ وَتَزَوَّدُوا فَإِنَّ خَيْرَ الزَّادِ التَّقْوَىٰ ۚ وَاتَّقُونِ يَا أُولِي الْأَلْبَابِ البقرة (197:

Hec di hin mehên me’lûm de ye, kî ku di wan mehan de (bi wergirtina ihramê) hecê li ser xwe ferz bike, êdî bila nêzî nivîna jina xwe nebe, ji rêya Xwedê Teala dernekeve û gengeşî û pevçûnê nekekin. Hûn çi xêrê bikin Xweda pê dizane. Ji bo Hecê qûtê rê amade bikin, vêca bi rastî qûtê herî rind teqwa ye. Gelî bîreweran! Êdî hay (ji ferman û qedexeyên) min hebin.

Hac, belli aylarda yerine getirilir. Kime hac farz olup hacca giderse orada şu davranışlar ona yasak olur: cinsel ilişkide bulunmak, günah sayılan davranışları yapmak ve kavga etmek. Ne hayır işlerseniz Allah onu bilir. Azık edininiz, biliniz ki azığın en iyisi erdemliliktir. Ey Anlayış sahipleri! Beni dinleyin.

-8يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحِلُّوا شَعَائِرَ اللَّهِ وَلَا الشَّهْرَ الْحَرَامَ وَلَا الْهَدْيَ وَلَا الْقَلَائِدَ وَلَا آمِّينَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِّن رَّبِّهِمْ وَرِضْوَانًا ۚ وَإِذَا حَلَلْتُمْ فَاصْطَادُوا ۚ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ أَن صَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ أَن تَعْتَدُوا ۘ وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوَىٰ ۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ (2)  المائدة 

Gelî bawermendan! Nedin ser nîşanên dînê Xwedê û rûmeta meha heramkirî ya birûmet. Heywanên ji bo qurbanê û terşên stûristikkirî (ku dîyarî ne ji bo Kabê) û kesên ku ji bo daxwazkirina berjewendiyeke bazirganî û rizaya Xwedayê xwe serdana mala pîroz dikin, li hember wan bêrêziyê mekin. Vêca dema hûn ji îhraman derketin bi serbestî nêçîrê bikin. Bila kîna we, ya ji qewmekî bi sedema rêka Kabê li we girtibûn, we neajo ser zêdegaviyê! Li ser qencî û teqwayê arîkariya hev bikin û li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin. Hay ji (emr û nehyê) Xwedê hebin, bêguman cezakirina Xwedê pir dijwar e.

Ey iman edenler! Ne Allah’ın işaretlerine, ne haram aya, ne kurbana, ne gerdanlıklı kurbanlara, ne de Rabblerinin ihsanını arzu ederek Beyt-i Harâm’a doğru gelenlere saygısızlık ediniz. İhramdan çıktığınız zaman avlanabilirsiniz. Sizi Mescid-i Haram’dan çevirdiklerinden dolayı bir topluma karşı beslediğiniz kin, sizi saldırıya sevk etmesin. İyilik ve takvâ üzerinden yardımlaşınız; günah ve düşmanlık üzerinde yardımlaşmayınız, Allah’tan sakınınız. Çünkü Allah’ın azabı şiddetlidir.

-9يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقْتُلُوا الصَّيْدَ وَأَنتُمْ حُرُمٌ ۚ وَمَن قَتَلَهُ مِنكُم مُّتَعَمِّدًا فَجَزَاءٌ مِّثْلُ مَا قَتَلَ مِنَ النَّعَمِ يَحْكُمُ بِهِ ذَوَا عَدْلٍ مِّنكُمْ هَدْيًا بَالِغَ الْكَعْبَةِ أَوْ كَفَّارَةٌ طَعَامُ مَسَاكِينَ أَوْ عَدْلُ ذَٰلِكَ صِيَامًا لِّيَذُوقَ وَبَالَ أَمْرِهِ ۗ عَفَا اللَّهُ عَمَّا سَلَفَ ۚ وَمَنْ عَادَ فَيَنتَقِمُ اللَّهُ مِنْهُ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ ذُو انتِقَامٍ (95)  المائدة 

Gelîbawermendan! Dema hûn di îhraman de bin (heywanên) nêçîrê nekujin. Kî ji we, bi qesd (heywana) nêçîrê bikuje, cezayê wî, dana heywaneke wekî ya kuştî ye. Du kesên dadmend dê biryarê bidin; (dê bibêjin; ev heywan hemkufî heywana kuştî ye). (Ev qurban) diyariyek e dê bigihîje Kabê (dê li Mekkê bê qurbankirin). Yan jî şûna qurbanê (bi qasî bihayê wê) xwarinê bide belengazan, an jî beramberî xwarinê rojî bigire da ku cezayê xwe ta͑m bike. Xwedê nêcira ku berî herambûnê hatiye kirin efû kiriye. Çi kesê ku careke din li vî sûcî vegere, Xwedê dê tolê lê veke. Xwedê desthilat e, tolveker e.

Ey iman edenler! İhramda iken avlanmayınız. Sizden kim avı kasten öldürürse, öldürdüğü hayvanın dengi bir cezası vardır. Buna, Kâbe’ye varacak bir kurban olmak üzere, içinizden adâlet sahibi iki kişi hükmeder. Yahut fakirleri doyurmaktan ibaret bir kefârettir; ya da onun dengi oruç tutmaktır. Ta ki böylece o insan, yaptığı işin cezasını çekmiş olsun. Allah geçmişi affetmiştir. Kim bu suçu tekrar işlerse, Allah ondan öç alır. Allah daima galiptir; intikam alandır.

-10وَإِذْ بَوَّأْنَا لِإِبْرَاهِيمَ مَكَانَ الْبَيْتِ أَن لَّا تُشْرِكْ بِي شَيْئًا وَطَهِّرْ بَيْتِيَ لِلطَّائِفِينَ وَالْقَائِمِينَ وَالرُّكَّعِ السُّجُودِ (26) الحج

Di bîra wan bîne ku di çaxekî de me cihê “Mala Xwedê Teala” ji Îbrahîm re diyar kiribû û (jê re got:) Tu tiştî ji min re neke hevpar û mala min ji tewafkaran, nimêjkeran, ruk‘ukeran û secdebiran re paqij bike.

İbrahim’i Evin (Kabe’nin) mekanına yerleştirmiştik: “Bana hiç bir şeyi ortak etme. Evimi de, ziyaretçiler, orada yerleşenler, rukü ve secde edenler için temizle.”

-11وَأَذِّن فِي النَّاسِ بِالْحَجِّ يَأْتُوكَ رِجَالًا وَعَلَىٰ كُلِّ ضَامِرٍ يَأْتِينَ مِن كُلِّ فَجٍّ عَمِيقٍ (27) الحج

Di nav mirovan de ji bo çûna Hecê gazî bike ku yên peya û yên siwar li ser heywanên weza û westiyayî ji her riyên dûr ve werin cem te (serdana Ke’bê bikin).

“İnsanlar için haccı ilan et! Yaya olarak veya uzak yollardan gelen yorgun develer üzerinde sana gelsinler.”

-12  ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ وَلْيَطَّوَّفُوا بِالْبَيْتِ الْعَتِيقِ (29) الحج

Paşê bila qirêja xwe ji ser xwe rakin û bila qurbanên ku li ser xwe nezir kiribûn bînin cih û bila wê mala qedîm (Keʿbê) tewaf bikin.

“Sonra beden temizliği yapsınlar. Adaklarını yerine getirsinler. Eski evi tavaf etsinler!”

-13ذَٰلِكَ وَمَن يُعَظِّمْ حُرُمَاتِ اللَّهِ فَهُوَ خَيْرٌ لَّهُ عِندَ رَبِّهِ ۗ وَأُحِلَّتْ لَكُمُ الْأَنْعَامُ إِلَّا مَا يُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ ۖ فَاجْتَنِبُوا الرِّجْسَ مِنَ الْأَوْثَانِ وَاجْتَنِبُوا قَوْلَ الزُّورِ (30) الحج

Rewş ev e; çi kesê ku rêz li fermanên Xwedê bigire, ev li cem Xwedayê wî jê re çêtir e. (Di dîn de ew ê ku herambûna wan) ji we re hatiye xwendin, ew ne tê de ye, heywanên din ji we re hatine helalkirin. Nexwe, dev ji wan pûtên ku ew pîs in berdin û ji şadezoriyê jî xwe biparêzin.

(Di dîn de ew ê ku herambûna wan) ji we re hatiye xwendin, ew ne tê de ye, heywanên din ji we re hatine helalkirin. Ewên ku herambûna wan hatiye gotin ji sûreyê En’am ayeta 145ê wê beyan dike: (Resûlê min!) Bibêje: Ez di ya ku ji min re hatiye agahkirin de, ji nanxwerekî re, rastî tiştekî heramkirî nayêm, ji bilî ku mirar be yan xwîna herik be yan goştê berêz be, vêca bêguman ew çepel û pîs in. Yan jî bi fermanşikênî ku ne ji bo Xwedê bête şerjêkirin (ew jî çepel û pîs in).

Yapılması gerekenler işte bunlardır. Kim Allah’ın koyduğu yasaklara saygı gösterirse, bu durum onun için Rabbinin katında daha iyidir. Haram olduğu okunanlar dışında evcil havyanlar size helâl kılındı. Artık putların pisliğinden uzak durunuz, yalan söylemekten de kaçınınız!

-14حُنَفَاءَ لِلَّهِ غَيْرَ مُشْرِكِينَ بِهِ ۚ وَمَن يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَكَأَنَّمَا خَرَّ مِنَ السَّمَاءِ فَتَخْطَفُهُ الطَّيْرُ أَوْ تَهْوِي بِهِ الرِّيحُ فِي مَكَانٍ سَحِيقٍ (31) الحج

Ji dînên pûç berê xwe vegerînin; berê xwe bidin dînê Xwedê û jê re hevpişkan çênekin. Vêca kî tiştekî ji Xwedê re bike hevpişk, her wekî ew ji esmên ketibe xwarê, vêca teyrek hê li hewa xwe lê bide, yan jî ba wî biavêjê cihekî dûr û kûr.
Hiçbir şeyi ortak koşmadan samimi bir şekilde Allah’a yöneliniz. Kim Allah’a ortak koşarsa, onun durumu sanki gökten düşen ve kuşlar tarafından kapılıp kaçırılan ya da rüzgârın uzak bir yere savurduğu eşya gibidir.

-15ذَٰلِكَ وَمَن يُعَظِّمْ شَعَائِرَ اللَّهِ فَإِنَّهَا مِن تَقْوَى الْقُلُوبِ (32) الحج

Rewş ev e; kî, nîşanên Xwedê mezin bidêre (ji hukim û fermanên wî re rêzdar be) bêguman ew ji teqwadariya dilan e.

Evet, bu böyledir. Her kim Allah’ın hükümlerine saygı gösterirse şüphesiz bu, kalplerin takvâsındandır.

-16 لَكُمْ فِيهَا مَنَافِعُ إِلَىٰ أَجَلٍ مُّسَمًّى ثُمَّ مَحِلُّهَا إِلَى الْبَيْتِ الْعَتِيقِ (33) الحج

Di van de heya demek diyarkirî ji we re feyde hene. Paşê cihê wan Beyt-î Atîk e.

Bunlarda sizin için belli bir süreye kadar faydalar vardır. Sonra varacakları yer Beyt-i Atîk’tir

-17وَلِكُلِّ أُمَّةٍ جَعَلْنَا مَنسَكًا لِّيَذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَىٰ مَا رَزَقَهُم مِّن بَهِيمَةِ الْأَنْعَامِ ۗ فَإِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ فَلَهُ أَسْلِمُوا ۗ وَبَشِّرِ الْمُخْبِتِينَ (34) الحج

Me ji her umetê re qurbangehek daniye da ku li ser şerjêkirina wan terşan ku wek risq me daye wan navê Xwedê bînin. Xwedayê we Xwedayekî yek e, vêca radestî ber fermana Wî bibin. Mizgînê bide wan kesên ku ji bo Xwedê xwe dişkînin û dilnizm in!
Allah’ın kendilerine rızık olarak verdiği kurbanlıklar üzerine Allah’ın adını ansınlar diye, biz her ümmet için kurban kesmeyi farz kıldık. İşte sizin tanrınız tek bir Tanrı’dır. O halde O’na teslim olun. O’na samimiyetle boyun eğenleri müjdele!

-18الَّذِينَ إِذَا ذُكِرَ اللَّهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَالصَّابِرِينَ عَلَىٰ مَا أَصَابَهُمْ وَالْمُقِيمِي الصَّلَاةِ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ (35) الحج

Ew ên ku dema (navê) Xwedê tê gotin, dilên wan dilerize û dema belayek bê serê wan xwe radigrin, nimêjê bi awayê pêdivî dikin û ji risqê me daye wan xerc dikin.

Onlar, Allah anıldığında kalpleri ürperenler, başlarına gelene sabredenler, namazı dosdoğru kılanlar ve verdiğimiz rızklardan Allah rızası için harcayanlardır.

-19وَالْبُدْنَ جَعَلْنَاهَا لَكُم مِّن شَعَائِرِ اللَّهِ لَكُمْ فِيهَا خَيْرٌ ۖ فَاذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَيْهَا صَوَافَّ ۖ فَإِذَا وَجَبَتْ جُنُوبُهَا فَكُلُوا مِنْهَا وَأَطْعِمُوا الْقَانِعَ وَالْمُعْتَرَّ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرْنَاهَا لَكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (36) الحج

Me (qurbankirina) heywanên gir ji we re kiriye nişanên dînê Xwedê, di wan de ji bo we xêr û bêr heye. Naxwe dema we li ser sê lingan ji piya şerjêkirin, li ser wan (navê) Xwedê bînin û dema ku bi ser kêleka xwe ve ketin (şerjêkirina wan hate cih), êdî jê bixwin û bi ên xwedî ihtiyac û ên ne xwedî ihtiyac jî bidin xwarin. Her wisa me ev heywan ji we re berdest kirine da ku hûn spasiya min bikin.
Biz, büyükbaş hayvanları da sizin için Allah’ın işaretlerinden kıldık. Onlarda sizin için hayır vardır. Şu halde onlar, ayakları üzerinde dururken üzerlerine Allah’ın ismini anınız. Yan üstü yere düştüklerinde ise, canı çıktığında onlardan hem kendiniz yiyiniz, hem de kanaatkâr olup dilenmeyene de, dilenene de veriniz. İşte bu hayvanları biz, şükredesiniz diye sizin istifadenize sunduk.

-20وَقَالَ إِنِّي ذَاهِبٌ إِلَىٰ رَبِّي سَيَهْدِينِ (99) رَبِّ هَبْ لِي مِنَ الصَّالِحِينَ (100)

Îbrahîm got: Ez diçim bal Xwedayê xwe ve, ew ê min rasterê bike.

Got: Xwedayê min! Zarokekî qencîkar bide min.

(İbrahim) “Ben Rabbime gidiyorum. O, bana doğru yolu gösterecektir. Rabbim! Bana iyilerden (olacak bir çocuk) ver!” demişti.

-21 فَبَشَّرْنَاهُ بِغُلَامٍ حَلِيمٍ (101)

Me mizgîniya kurekî pir mulayim da wî.

Biz de onu çok hoşgörülü bir oğul ile müjdelemiştik.

-22فَلَمَّا بَلَغَ مَعَهُ السَّعْيَ قَالَ يَا بُنَيَّ إِنِّي أَرَىٰ فِي الْمَنَامِ أَنِّي أَذْبَحُكَ فَانظُرْ مَاذَا تَرَىٰ ۚ قَالَ يَا أَبَتِ افْعَلْ مَا تُؤْمَرُ ۖ سَتَجِدُنِي إِن شَاءَ اللَّهُ مِنَ الصَّابِرِينَ (102  الصافات

Çi dema kurê wî gihîşte çaxa ku bi bavê xwe re bigere û digel wî kar bike, Îbrahîm jê re wiha got: Kurkê mino! Min di xewnê de dîtiye ku min tu şerjê dikir. Vêca tu çi dibejî? Wî jî bersiv da û jê re got: Bavo fermana ku li te hatiye kirin, bi cih bîne. Xwedê hezke, tu yê min ji sebirkêşan bibînî.

(Oğlu) onunla birlikte yürüyecek çağa ulaşınca, (İbrahim) “Ey yavrucuğum! Rüyada seni kesmekte olduğumu görüyorum; bir düşün, ne dersin?” demişti. (O da) “Ey babacığım! Emrolunduğun şeyi yap! İnşallah beni sabredenlerden bulacaksın.” demişti.

-23فَلَمَّا أَسْلَمَا وَتَلَّهُ لِلْجَبِينِ (103)

Vêca dema ku herdu teslîm bûn; ew li ser eniya wî gêr kir.

Her ikisi de teslim olup, onu (oğlunu) alnı üzerine yatırmıştı.

-24وَنَادَيْنَاهُ أَن يَا إِبْرَاهِيمُ (104) قَدْ صَدَّقْتَ الرُّؤْيَا ۚ إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ (105)

Me bangî wî kir; Ey Îbrahîm! Bi rastî te xewn bi cih anî. Bêguman em bi vî awayî qencîkarên rast û durist xelat dikin.

Biz ona “Ey İbrahim! Elbette rüyayı gerçekleştirdin. Şüphesiz ki biz, güzel davrananları böyle ödüllendiririz.” diye seslenmiştik.

-25إِنَّ هَٰذَا لَهُوَ الْبَلَاءُ الْمُبِينُ (106) وَفَدَيْنَاهُ بِذِبْحٍ عَظِيمٍ (107) الصافات

Bêguman ev a ha, her îmtihaneke aşkera ye. Me qurbaneke mezin kire goriya wî.

Bu, apaçık bir imtihandı. Biz (oğlunun yerine) ona büyük bir kurban fidye vermiştik.

 

ARMANCA RÎSALETÊ

ARMANCA RÎSALETÊ

-1كَانَ النَّاسُ أُمَّةً وَاحِدَةً فَبَعَثَ اللَّهُ النَّبِيِّينَ مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ وَأَنزَلَ مَعَهُمُ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِيَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ فِيمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ ۚ وَمَا اخْتَلَفَ فِيهِ إِلَّا الَّذِينَ أُوتُوهُ مِن بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۖ فَهَدَى اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا لِمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ مِنَ الْحَقِّ بِإِذْنِهِ ۗ وَاللَّهُ يَهْدِي مَن يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ (213) البقرة

Mirov, berê yek umet bûn. Vêca Xwedê pêxember bi mîzgînberî û hişyarkerî şandin û bi wan re jî kitêb bi heqî şandin da ku di navbera mirovan de, li ser a bi hev ketin, hukim bikin. Di rastiya vê heqiyê de ji bilî yên ehlê kitêb kes nekete îxtîlafê; ew piştî nîşanên eşkere ji wan re hatin ji çavnebarî ketin îxtîlafê. Li ser vê yekê, Xwedê bi destûra xwe ew heqîya ku li serê li hev nedikirin, bi bawermendan da serwextkirin. Xwedê, kî bivê berê wî dide riya rast.

-2وَمَا نُرْسِلُ الْمُرْسَلِينَ إِلَّا مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ ۚ وَيُجَادِلُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِالْبَاطِلِ لِيُدْحِضُوا بِهِ الْحَقَّ ۖ وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَمَا أُنذِرُوا هُزُوًا  )الكهف( 56:

Em pêxemberan bes wek mizgînber û hişyarker dişînin. Ew ên ku kafir bûne jî têdikoşin da ku heqiyê bi batilî ji holê rakin û wan ayetên me û ew ezabê ku ew pê hatibûn tirsandin, pêkenok girtin.

– 3وَأَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ ۖ فَاحْكُم بَيْنَهُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ عَمَّا جَاءَكَ مِنَ الْحَقِّ ۚ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِن لِّيَبْلُوَكُمْ فِي مَا آتَاكُمْ ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ ) المائدة:48(

(Ya Muhemmed!) Me Qur’an ku ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan dîdevan e bi heqî ji te re daxistiye. Êdî li gorî wehya ku Xweda daxistiye di navbera wan de hukm bike û di şûna heqiya ku ji te re hatî ye nede dûv hewesên wan. Me, ji her yekî ji we re şerî ‘et û rêbazek daniye. Eger Xweda bixwesta dê hûn tev bikirana yek umet. Lêbelê (me hûn kirine umetên cur be cur) da ku we di derheqa rêç û rêbaza ku daye we de, biceribîne. Naxwe di karên qenciyê de bi hev re bibezin. Vegera we hemûyan bi bal Xweda ve ye. Êdî ew dê bi tişta ku hûn tê de bi hev ketin, we agahdar bike.

-4هُوَ الَّذِي يُنَزِّلُ عَلَىٰ عَبْدِهِ آيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لِّيُخْرِجَكُم مِّنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ ۚ وَإِنَّ اللَّهَ بِكُمْ لَرَءُوفٌ رَّحِيمٌ ( الحديد(9:

Ellah Teala ye, yê ku ji bendeyê xwe (Muhemmed) re nîşanên eşkere dişîne da ku we ji tarîtiyên derîne ronahiyê. Bêguman Xweda ji bo we gelekî dilovan e.

-5وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آَمَنُوا مِنْكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُمْ فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ) النور: 55

Xuda, ji nav we peyman daye wan kesên ku bawerî anîn û karên qenc kirine; ku muheqeq dê wan li şûna hinekên din li erdê bike şûngir, ka çawa ewên beriya wan jî li şûna hinekên din kiribûn şûngir.

– 6الر ۚ كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِ رَبِّهِمْ إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ( ابراهيم (1:

Elif, Lam, Ra. kitêbeke wisa ye ku me, ew ji te re daxistiye da ku tu mirovan bi destûra Xwedayê wan ji tarîtiyan derênî ronahiyê, derênî rêya Xwedayê Serdest û Pesnande.

-7لَقَدْ أَنزَلْنَا إِلَيْكُمْ كِتَابًا فِيهِ ذِكْرُكُمْ ۖأَفَلَاتَعْقِلُونَ (الأنبياء  (10:

Sond be, me kitêbeke wiha ji we re daxistiye ku rûmeta we di wê de ye. Ma hê jî, hûn eqil nagirin.

-8إِنَّا أَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَا أَرَاكَ اللَّهُ ۚوَلَاتَكُن لِّلْخَائِنِينَ خَصِيمًا ( النساء  (105:

(Ya Muhemmed!) Bi rastî me Qur’an bi heqî ji te re daxist da ku tu di navbera mirovan de mîna Ellah Teala nîşanî te dayî, hukim bikî û ji xayînan re nebe berevan/ alîgir!

Gerçekleri içeren bu kitabı sana biz indirdik ki insanlar arasında Allah’ın gösterdiği yöntemle hükmedesin. Sakın hainlerin savunucusu olma.

-9وَنُرِيدُ أَن نَّمُنَّ عَلَى الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْأَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ أَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِثِينَ ( القصص (5:

Em jî dixwazin li yên ku li wê derê hatine qelskirin keremê bikin; em wan bikin rêber û em wan bikin mîratxwerê erdê .

Yeryüzünde güçsüzleştirilip ezilenlere lütfederek diledik ki onları önderler ve varisler yapalım.

Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR