Arşiv 8 Ağustos 2024

HAC Û QURBAN

HAC Û QURBAN

-1جَعَلَ اللَّهُ الْكَعْبَةَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ قِيَامًا لِّلنَّاسِ وَالشَّهْرَ الْحَرَامَ وَالْهَدْيَ وَالْقَلَائِدَ ۚ ذَٰلِكَ لِتَعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ وَأَنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ ( المائدة (97:

Xweda, ji mirovan re K‘ebeya bi navê “Beytul-Heram” kiriye wargeha serûberkirina karûbarên dîn û dinyayê, mehên xwedan-rûmet, qurbana hecê û ristikan (yên ku dikirin stûyê qurbanan) jî kiriye navgîna asayîşê. Ev jî da ku hûn bizanin; çi li erdê û çi li asîmanan her Xweda dizane. Bi rastî Xweda bi her tiştî zana ye.

Allah, Kâbe’yi, o saygıya lâyık evi, insanlar için kiyam yeri kıldı. O saygı değer ayı, kurbanı, boynu bağlı kurbanlıkları da böyle yaptı ki Allah’ın, göklerde ve yerde olanları ve her şeyi bilen olduğunu anlayasınız.

-2لَن يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَٰكِن يَنَالُهُ التَّقْوَىٰ مِنكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ ۗ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ (37) الحج

Ne goştê wan qurbanan, ne jî xwîna wan digihêje Xuda, lêbelê bes teqwadariya we digihêje wî. Herwiha Xuda ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn bi tekbîran Xuda mezin bidêrin û mizgîniyê bide qencîkarên rast û durist.

ALLAH’a ne onların etleri, ne de kanları ulaşır; O’na ancak sizin erdemli davranışınız ulaşır. Onları böylece sizin hizmetinize vermiştir ki, sizi doğruya ulaştırdığı için ALLAH’ın büyüklüğünü anasınız.

-3لِّيَشْهَدُوا مَنَافِعَ لَهُمْ وَيَذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ فِي أَيَّامٍ مَّعْلُومَاتٍ عَلَىٰ مَا رَزَقَهُم مِّن بَهِيمَةِ الْأَنْعَامِ ۖ فَكُلُوا مِنْهَا وَأَطْعِمُوا الْبَائِسَ الْفَقِيرَ (28) الحج

Da ku ji bo xwe (di rojên Hecê de) berjewendiyên (dinyayî û axretî) bibînin û da ku di rojên aşkera de navê Xwedê li ser şerjêkirina heywanên qurbanê binin, ew ên ku me bi risqînî daye wan. Paşê ji (goştê) wan jî bixwin û bidin jar û xizanan.

“Kendileri için orada bulunan faydaları görsünler; belli günlerde kendilerine verdiğimiz hayvanlardan Allah’ın adını anarak kurban kessinler. Bu kurbanlardan yiyiniz, yoksullara da yediriniz!”

-4وَأَذِّن فِي النَّاسِ بِالْحَجِّ يَأْتُوكَ رِجَالًا وَعَلَى كُلِّ ضَامِرٍ يَأْتِينَ مِن كُلِّ فَجٍّ عَمِيقٍ : الحج ﴿٢٧﴾

Ziyareta Haccê ji mirovan re ragihînin. Bila ew ji dûr ve bi peya an bi gelek wesayîtan werin ba we.”

“İnsanlara Hac ziyaretini ilan et. Sana yaya olarak veya çeşitli taşıt araçlarıyla uzaklardan gelsinler.”

-5إِنَّا أَعْطَيْنَاكَ الْكَوْثَرَ فَصَلِّ لِرَبِّكَ وَانْحَرْ إِنَّ شَانِئَكَ هُوَ الأبتر

Me kewser daye te. Vêca ji Rebbê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke.

Bi rastî yê ku encama wî qutbûyî (bêzurriyet mayî) ew kes e ku li hemberîte kîndar e.

Biz sana bolca nimetler verdik. Öyleyse Rabbin için namaz kıl ve kurban kes!

Muhakkak ki sonu kesik olan, sana buğzedendir.

-6فِيهِ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَّقَامُ إِبْرَاهِيمَ ۖ وَمَن دَخَلَهُ كَانَ آمِنًا ۗ وَلِلَّهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ إِلَيْهِ سَبِيلًا ۚ وَمَن كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ (سورة آل عمران (97:

Tê de nîşanên eşkere û meqamê (cihpiyê) Îbrahîm heye, çi kesê bikeviyê ewledêrayî dibe. Ji bona Xweda çûna Heccê li ser mirovan wacib e ku ji aliyê rê ve karibe biçe (saxlembe, pere û xwarin û siwareka wî hebe û rê vekirî be) her kî jî wê mandel bike, vêca bi rastî Xweda hewcedarê cîhaniyan nîn e.

Orada apaçık ayetler (ve) İbrahim’in makamı vardır. Kim oraya girerse o güvenliktedir. Ona bir yol bulup güç yetirenlerin Ev’i haccetmesi Allah’ın insanlar üzerindeki hakkıdır. Kim inkâr ederse, şüphesiz, Allah alemlere karşı muhtaç olmayandır.

-7الْحَجُّ أَشْهُرٌ مَّعْلُومَاتٌ ۚ فَمَن فَرَضَ فِيهِنَّ الْحَجَّ فَلَا رَفَثَ وَلَا فُسُوقَ وَلَا جِدَالَ فِي الْحَجِّ ۗ وَمَا تَفْعَلُوا مِنْ خَيْرٍ يَعْلَمْهُ اللَّهُ ۗ وَتَزَوَّدُوا فَإِنَّ خَيْرَ الزَّادِ التَّقْوَىٰ ۚ وَاتَّقُونِ يَا أُولِي الْأَلْبَابِ البقرة (197:

Hec di hin mehên me’lûm de ye, kî ku di wan mehan de (bi wergirtina ihramê) hecê li ser xwe ferz bike, êdî bila nêzî nivîna jina xwe nebe, ji rêya Xwedê Teala dernekeve û gengeşî û pevçûnê nekekin. Hûn çi xêrê bikin Xweda pê dizane. Ji bo Hecê qûtê rê amade bikin, vêca bi rastî qûtê herî rind teqwa ye. Gelî bîreweran! Êdî hay (ji ferman û qedexeyên) min hebin.

Hac, belli aylarda yerine getirilir. Kime hac farz olup hacca giderse orada şu davranışlar ona yasak olur: cinsel ilişkide bulunmak, günah sayılan davranışları yapmak ve kavga etmek. Ne hayır işlerseniz Allah onu bilir. Azık edininiz, biliniz ki azığın en iyisi erdemliliktir. Ey Anlayış sahipleri! Beni dinleyin.

-8يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تُحِلُّوا شَعَائِرَ اللَّهِ وَلَا الشَّهْرَ الْحَرَامَ وَلَا الْهَدْيَ وَلَا الْقَلَائِدَ وَلَا آمِّينَ الْبَيْتَ الْحَرَامَ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِّن رَّبِّهِمْ وَرِضْوَانًا ۚ وَإِذَا حَلَلْتُمْ فَاصْطَادُوا ۚ وَلَا يَجْرِمَنَّكُمْ شَنَآنُ قَوْمٍ أَن صَدُّوكُمْ عَنِ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ أَن تَعْتَدُوا ۘ وَتَعَاوَنُوا عَلَى الْبِرِّ وَالتَّقْوَىٰ ۖ وَلَا تَعَاوَنُوا عَلَى الْإِثْمِ وَالْعُدْوَانِ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۖ إِنَّ اللَّهَ شَدِيدُ الْعِقَابِ (2)  المائدة 

Gelî bawermendan! Nedin ser nîşanên dînê Xwedê û rûmeta meha heramkirî ya birûmet. Heywanên ji bo qurbanê û terşên stûristikkirî (ku dîyarî ne ji bo Kabê) û kesên ku ji bo daxwazkirina berjewendiyeke bazirganî û rizaya Xwedayê xwe serdana mala pîroz dikin, li hember wan bêrêziyê mekin. Vêca dema hûn ji îhraman derketin bi serbestî nêçîrê bikin. Bila kîna we, ya ji qewmekî bi sedema rêka Kabê li we girtibûn, we neajo ser zêdegaviyê! Li ser qencî û teqwayê arîkariya hev bikin û li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin. Hay ji (emr û nehyê) Xwedê hebin, bêguman cezakirina Xwedê pir dijwar e.

Ey iman edenler! Ne Allah’ın işaretlerine, ne haram aya, ne kurbana, ne gerdanlıklı kurbanlara, ne de Rabblerinin ihsanını arzu ederek Beyt-i Harâm’a doğru gelenlere saygısızlık ediniz. İhramdan çıktığınız zaman avlanabilirsiniz. Sizi Mescid-i Haram’dan çevirdiklerinden dolayı bir topluma karşı beslediğiniz kin, sizi saldırıya sevk etmesin. İyilik ve takvâ üzerinden yardımlaşınız; günah ve düşmanlık üzerinde yardımlaşmayınız, Allah’tan sakınınız. Çünkü Allah’ın azabı şiddetlidir.

-9يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَقْتُلُوا الصَّيْدَ وَأَنتُمْ حُرُمٌ ۚ وَمَن قَتَلَهُ مِنكُم مُّتَعَمِّدًا فَجَزَاءٌ مِّثْلُ مَا قَتَلَ مِنَ النَّعَمِ يَحْكُمُ بِهِ ذَوَا عَدْلٍ مِّنكُمْ هَدْيًا بَالِغَ الْكَعْبَةِ أَوْ كَفَّارَةٌ طَعَامُ مَسَاكِينَ أَوْ عَدْلُ ذَٰلِكَ صِيَامًا لِّيَذُوقَ وَبَالَ أَمْرِهِ ۗ عَفَا اللَّهُ عَمَّا سَلَفَ ۚ وَمَنْ عَادَ فَيَنتَقِمُ اللَّهُ مِنْهُ ۗ وَاللَّهُ عَزِيزٌ ذُو انتِقَامٍ (95)  المائدة 

Gelîbawermendan! Dema hûn di îhraman de bin (heywanên) nêçîrê nekujin. Kî ji we, bi qesd (heywana) nêçîrê bikuje, cezayê wî, dana heywaneke wekî ya kuştî ye. Du kesên dadmend dê biryarê bidin; (dê bibêjin; ev heywan hemkufî heywana kuştî ye). (Ev qurban) diyariyek e dê bigihîje Kabê (dê li Mekkê bê qurbankirin). Yan jî şûna qurbanê (bi qasî bihayê wê) xwarinê bide belengazan, an jî beramberî xwarinê rojî bigire da ku cezayê xwe ta͑m bike. Xwedê nêcira ku berî herambûnê hatiye kirin efû kiriye. Çi kesê ku careke din li vî sûcî vegere, Xwedê dê tolê lê veke. Xwedê desthilat e, tolveker e.

Ey iman edenler! İhramda iken avlanmayınız. Sizden kim avı kasten öldürürse, öldürdüğü hayvanın dengi bir cezası vardır. Buna, Kâbe’ye varacak bir kurban olmak üzere, içinizden adâlet sahibi iki kişi hükmeder. Yahut fakirleri doyurmaktan ibaret bir kefârettir; ya da onun dengi oruç tutmaktır. Ta ki böylece o insan, yaptığı işin cezasını çekmiş olsun. Allah geçmişi affetmiştir. Kim bu suçu tekrar işlerse, Allah ondan öç alır. Allah daima galiptir; intikam alandır.

-10وَإِذْ بَوَّأْنَا لِإِبْرَاهِيمَ مَكَانَ الْبَيْتِ أَن لَّا تُشْرِكْ بِي شَيْئًا وَطَهِّرْ بَيْتِيَ لِلطَّائِفِينَ وَالْقَائِمِينَ وَالرُّكَّعِ السُّجُودِ (26) الحج

Di bîra wan bîne ku di çaxekî de me cihê “Mala Xwedê Teala” ji Îbrahîm re diyar kiribû û (jê re got:) Tu tiştî ji min re neke hevpar û mala min ji tewafkaran, nimêjkeran, ruk‘ukeran û secdebiran re paqij bike.

İbrahim’i Evin (Kabe’nin) mekanına yerleştirmiştik: “Bana hiç bir şeyi ortak etme. Evimi de, ziyaretçiler, orada yerleşenler, rukü ve secde edenler için temizle.”

-11وَأَذِّن فِي النَّاسِ بِالْحَجِّ يَأْتُوكَ رِجَالًا وَعَلَىٰ كُلِّ ضَامِرٍ يَأْتِينَ مِن كُلِّ فَجٍّ عَمِيقٍ (27) الحج

Di nav mirovan de ji bo çûna Hecê gazî bike ku yên peya û yên siwar li ser heywanên weza û westiyayî ji her riyên dûr ve werin cem te (serdana Ke’bê bikin).

“İnsanlar için haccı ilan et! Yaya olarak veya uzak yollardan gelen yorgun develer üzerinde sana gelsinler.”

-12  ثُمَّ لْيَقْضُوا تَفَثَهُمْ وَلْيُوفُوا نُذُورَهُمْ وَلْيَطَّوَّفُوا بِالْبَيْتِ الْعَتِيقِ (29) الحج

Paşê bila qirêja xwe ji ser xwe rakin û bila qurbanên ku li ser xwe nezir kiribûn bînin cih û bila wê mala qedîm (Keʿbê) tewaf bikin.

“Sonra beden temizliği yapsınlar. Adaklarını yerine getirsinler. Eski evi tavaf etsinler!”

-13ذَٰلِكَ وَمَن يُعَظِّمْ حُرُمَاتِ اللَّهِ فَهُوَ خَيْرٌ لَّهُ عِندَ رَبِّهِ ۗ وَأُحِلَّتْ لَكُمُ الْأَنْعَامُ إِلَّا مَا يُتْلَىٰ عَلَيْكُمْ ۖ فَاجْتَنِبُوا الرِّجْسَ مِنَ الْأَوْثَانِ وَاجْتَنِبُوا قَوْلَ الزُّورِ (30) الحج

Rewş ev e; çi kesê ku rêz li fermanên Xwedê bigire, ev li cem Xwedayê wî jê re çêtir e. (Di dîn de ew ê ku herambûna wan) ji we re hatiye xwendin, ew ne tê de ye, heywanên din ji we re hatine helalkirin. Nexwe, dev ji wan pûtên ku ew pîs in berdin û ji şadezoriyê jî xwe biparêzin.

(Di dîn de ew ê ku herambûna wan) ji we re hatiye xwendin, ew ne tê de ye, heywanên din ji we re hatine helalkirin. Ewên ku herambûna wan hatiye gotin ji sûreyê En’am ayeta 145ê wê beyan dike: (Resûlê min!) Bibêje: Ez di ya ku ji min re hatiye agahkirin de, ji nanxwerekî re, rastî tiştekî heramkirî nayêm, ji bilî ku mirar be yan xwîna herik be yan goştê berêz be, vêca bêguman ew çepel û pîs in. Yan jî bi fermanşikênî ku ne ji bo Xwedê bête şerjêkirin (ew jî çepel û pîs in).

Yapılması gerekenler işte bunlardır. Kim Allah’ın koyduğu yasaklara saygı gösterirse, bu durum onun için Rabbinin katında daha iyidir. Haram olduğu okunanlar dışında evcil havyanlar size helâl kılındı. Artık putların pisliğinden uzak durunuz, yalan söylemekten de kaçınınız!

-14حُنَفَاءَ لِلَّهِ غَيْرَ مُشْرِكِينَ بِهِ ۚ وَمَن يُشْرِكْ بِاللَّهِ فَكَأَنَّمَا خَرَّ مِنَ السَّمَاءِ فَتَخْطَفُهُ الطَّيْرُ أَوْ تَهْوِي بِهِ الرِّيحُ فِي مَكَانٍ سَحِيقٍ (31) الحج

Ji dînên pûç berê xwe vegerînin; berê xwe bidin dînê Xwedê û jê re hevpişkan çênekin. Vêca kî tiştekî ji Xwedê re bike hevpişk, her wekî ew ji esmên ketibe xwarê, vêca teyrek hê li hewa xwe lê bide, yan jî ba wî biavêjê cihekî dûr û kûr.
Hiçbir şeyi ortak koşmadan samimi bir şekilde Allah’a yöneliniz. Kim Allah’a ortak koşarsa, onun durumu sanki gökten düşen ve kuşlar tarafından kapılıp kaçırılan ya da rüzgârın uzak bir yere savurduğu eşya gibidir.

-15ذَٰلِكَ وَمَن يُعَظِّمْ شَعَائِرَ اللَّهِ فَإِنَّهَا مِن تَقْوَى الْقُلُوبِ (32) الحج

Rewş ev e; kî, nîşanên Xwedê mezin bidêre (ji hukim û fermanên wî re rêzdar be) bêguman ew ji teqwadariya dilan e.

Evet, bu böyledir. Her kim Allah’ın hükümlerine saygı gösterirse şüphesiz bu, kalplerin takvâsındandır.

-16 لَكُمْ فِيهَا مَنَافِعُ إِلَىٰ أَجَلٍ مُّسَمًّى ثُمَّ مَحِلُّهَا إِلَى الْبَيْتِ الْعَتِيقِ (33) الحج

Di van de heya demek diyarkirî ji we re feyde hene. Paşê cihê wan Beyt-î Atîk e.

Bunlarda sizin için belli bir süreye kadar faydalar vardır. Sonra varacakları yer Beyt-i Atîk’tir

-17وَلِكُلِّ أُمَّةٍ جَعَلْنَا مَنسَكًا لِّيَذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَىٰ مَا رَزَقَهُم مِّن بَهِيمَةِ الْأَنْعَامِ ۗ فَإِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ فَلَهُ أَسْلِمُوا ۗ وَبَشِّرِ الْمُخْبِتِينَ (34) الحج

Me ji her umetê re qurbangehek daniye da ku li ser şerjêkirina wan terşan ku wek risq me daye wan navê Xwedê bînin. Xwedayê we Xwedayekî yek e, vêca radestî ber fermana Wî bibin. Mizgînê bide wan kesên ku ji bo Xwedê xwe dişkînin û dilnizm in!
Allah’ın kendilerine rızık olarak verdiği kurbanlıklar üzerine Allah’ın adını ansınlar diye, biz her ümmet için kurban kesmeyi farz kıldık. İşte sizin tanrınız tek bir Tanrı’dır. O halde O’na teslim olun. O’na samimiyetle boyun eğenleri müjdele!

-18الَّذِينَ إِذَا ذُكِرَ اللَّهُ وَجِلَتْ قُلُوبُهُمْ وَالصَّابِرِينَ عَلَىٰ مَا أَصَابَهُمْ وَالْمُقِيمِي الصَّلَاةِ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنفِقُونَ (35) الحج

Ew ên ku dema (navê) Xwedê tê gotin, dilên wan dilerize û dema belayek bê serê wan xwe radigrin, nimêjê bi awayê pêdivî dikin û ji risqê me daye wan xerc dikin.

Onlar, Allah anıldığında kalpleri ürperenler, başlarına gelene sabredenler, namazı dosdoğru kılanlar ve verdiğimiz rızklardan Allah rızası için harcayanlardır.

-19وَالْبُدْنَ جَعَلْنَاهَا لَكُم مِّن شَعَائِرِ اللَّهِ لَكُمْ فِيهَا خَيْرٌ ۖ فَاذْكُرُوا اسْمَ اللَّهِ عَلَيْهَا صَوَافَّ ۖ فَإِذَا وَجَبَتْ جُنُوبُهَا فَكُلُوا مِنْهَا وَأَطْعِمُوا الْقَانِعَ وَالْمُعْتَرَّ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرْنَاهَا لَكُمْ لَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ (36) الحج

Me (qurbankirina) heywanên gir ji we re kiriye nişanên dînê Xwedê, di wan de ji bo we xêr û bêr heye. Naxwe dema we li ser sê lingan ji piya şerjêkirin, li ser wan (navê) Xwedê bînin û dema ku bi ser kêleka xwe ve ketin (şerjêkirina wan hate cih), êdî jê bixwin û bi ên xwedî ihtiyac û ên ne xwedî ihtiyac jî bidin xwarin. Her wisa me ev heywan ji we re berdest kirine da ku hûn spasiya min bikin.
Biz, büyükbaş hayvanları da sizin için Allah’ın işaretlerinden kıldık. Onlarda sizin için hayır vardır. Şu halde onlar, ayakları üzerinde dururken üzerlerine Allah’ın ismini anınız. Yan üstü yere düştüklerinde ise, canı çıktığında onlardan hem kendiniz yiyiniz, hem de kanaatkâr olup dilenmeyene de, dilenene de veriniz. İşte bu hayvanları biz, şükredesiniz diye sizin istifadenize sunduk.

-20وَقَالَ إِنِّي ذَاهِبٌ إِلَىٰ رَبِّي سَيَهْدِينِ (99) رَبِّ هَبْ لِي مِنَ الصَّالِحِينَ (100)

Îbrahîm got: Ez diçim bal Xwedayê xwe ve, ew ê min rasterê bike.

Got: Xwedayê min! Zarokekî qencîkar bide min.

(İbrahim) “Ben Rabbime gidiyorum. O, bana doğru yolu gösterecektir. Rabbim! Bana iyilerden (olacak bir çocuk) ver!” demişti.

-21 فَبَشَّرْنَاهُ بِغُلَامٍ حَلِيمٍ (101)

Me mizgîniya kurekî pir mulayim da wî.

Biz de onu çok hoşgörülü bir oğul ile müjdelemiştik.

-22فَلَمَّا بَلَغَ مَعَهُ السَّعْيَ قَالَ يَا بُنَيَّ إِنِّي أَرَىٰ فِي الْمَنَامِ أَنِّي أَذْبَحُكَ فَانظُرْ مَاذَا تَرَىٰ ۚ قَالَ يَا أَبَتِ افْعَلْ مَا تُؤْمَرُ ۖ سَتَجِدُنِي إِن شَاءَ اللَّهُ مِنَ الصَّابِرِينَ (102  الصافات

Çi dema kurê wî gihîşte çaxa ku bi bavê xwe re bigere û digel wî kar bike, Îbrahîm jê re wiha got: Kurkê mino! Min di xewnê de dîtiye ku min tu şerjê dikir. Vêca tu çi dibejî? Wî jî bersiv da û jê re got: Bavo fermana ku li te hatiye kirin, bi cih bîne. Xwedê hezke, tu yê min ji sebirkêşan bibînî.

(Oğlu) onunla birlikte yürüyecek çağa ulaşınca, (İbrahim) “Ey yavrucuğum! Rüyada seni kesmekte olduğumu görüyorum; bir düşün, ne dersin?” demişti. (O da) “Ey babacığım! Emrolunduğun şeyi yap! İnşallah beni sabredenlerden bulacaksın.” demişti.

-23فَلَمَّا أَسْلَمَا وَتَلَّهُ لِلْجَبِينِ (103)

Vêca dema ku herdu teslîm bûn; ew li ser eniya wî gêr kir.

Her ikisi de teslim olup, onu (oğlunu) alnı üzerine yatırmıştı.

-24وَنَادَيْنَاهُ أَن يَا إِبْرَاهِيمُ (104) قَدْ صَدَّقْتَ الرُّؤْيَا ۚ إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ (105)

Me bangî wî kir; Ey Îbrahîm! Bi rastî te xewn bi cih anî. Bêguman em bi vî awayî qencîkarên rast û durist xelat dikin.

Biz ona “Ey İbrahim! Elbette rüyayı gerçekleştirdin. Şüphesiz ki biz, güzel davrananları böyle ödüllendiririz.” diye seslenmiştik.

-25إِنَّ هَٰذَا لَهُوَ الْبَلَاءُ الْمُبِينُ (106) وَفَدَيْنَاهُ بِذِبْحٍ عَظِيمٍ (107) الصافات

Bêguman ev a ha, her îmtihaneke aşkera ye. Me qurbaneke mezin kire goriya wî.

Bu, apaçık bir imtihandı. Biz (oğlunun yerine) ona büyük bir kurban fidye vermiştik.

 

ARMANCA RÎSALETÊ

ARMANCA RÎSALETÊ

-1كَانَ النَّاسُ أُمَّةً وَاحِدَةً فَبَعَثَ اللَّهُ النَّبِيِّينَ مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ وَأَنزَلَ مَعَهُمُ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِيَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ فِيمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ ۚ وَمَا اخْتَلَفَ فِيهِ إِلَّا الَّذِينَ أُوتُوهُ مِن بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۖ فَهَدَى اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا لِمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ مِنَ الْحَقِّ بِإِذْنِهِ ۗ وَاللَّهُ يَهْدِي مَن يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ (213) البقرة

Mirov, berê yek umet bûn. Vêca Xwedê pêxember bi mîzgînberî û hişyarkerî şandin û bi wan re jî kitêb bi heqî şandin da ku di navbera mirovan de, li ser a bi hev ketin, hukim bikin. Di rastiya vê heqiyê de ji bilî yên ehlê kitêb kes nekete îxtîlafê; ew piştî nîşanên eşkere ji wan re hatin ji çavnebarî ketin îxtîlafê. Li ser vê yekê, Xwedê bi destûra xwe ew heqîya ku li serê li hev nedikirin, bi bawermendan da serwextkirin. Xwedê, kî bivê berê wî dide riya rast.

-2وَمَا نُرْسِلُ الْمُرْسَلِينَ إِلَّا مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ ۚ وَيُجَادِلُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِالْبَاطِلِ لِيُدْحِضُوا بِهِ الْحَقَّ ۖ وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَمَا أُنذِرُوا هُزُوًا  )الكهف( 56:

Em pêxemberan bes wek mizgînber û hişyarker dişînin. Ew ên ku kafir bûne jî têdikoşin da ku heqiyê bi batilî ji holê rakin û wan ayetên me û ew ezabê ku ew pê hatibûn tirsandin, pêkenok girtin.

– 3وَأَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ ۖ فَاحْكُم بَيْنَهُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ عَمَّا جَاءَكَ مِنَ الْحَقِّ ۚ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِن لِّيَبْلُوَكُمْ فِي مَا آتَاكُمْ ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ ) المائدة:48(

(Ya Muhemmed!) Me Qur’an ku ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan dîdevan e bi heqî ji te re daxistiye. Êdî li gorî wehya ku Xweda daxistiye di navbera wan de hukm bike û di şûna heqiya ku ji te re hatî ye nede dûv hewesên wan. Me, ji her yekî ji we re şerî ‘et û rêbazek daniye. Eger Xweda bixwesta dê hûn tev bikirana yek umet. Lêbelê (me hûn kirine umetên cur be cur) da ku we di derheqa rêç û rêbaza ku daye we de, biceribîne. Naxwe di karên qenciyê de bi hev re bibezin. Vegera we hemûyan bi bal Xweda ve ye. Êdî ew dê bi tişta ku hûn tê de bi hev ketin, we agahdar bike.

-4هُوَ الَّذِي يُنَزِّلُ عَلَىٰ عَبْدِهِ آيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لِّيُخْرِجَكُم مِّنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ ۚ وَإِنَّ اللَّهَ بِكُمْ لَرَءُوفٌ رَّحِيمٌ ( الحديد(9:

Ellah Teala ye, yê ku ji bendeyê xwe (Muhemmed) re nîşanên eşkere dişîne da ku we ji tarîtiyên derîne ronahiyê. Bêguman Xweda ji bo we gelekî dilovan e.

-5وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آَمَنُوا مِنْكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُمْ فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ) النور: 55

Xuda, ji nav we peyman daye wan kesên ku bawerî anîn û karên qenc kirine; ku muheqeq dê wan li şûna hinekên din li erdê bike şûngir, ka çawa ewên beriya wan jî li şûna hinekên din kiribûn şûngir.

– 6الر ۚ كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِ رَبِّهِمْ إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ( ابراهيم (1:

Elif, Lam, Ra. kitêbeke wisa ye ku me, ew ji te re daxistiye da ku tu mirovan bi destûra Xwedayê wan ji tarîtiyan derênî ronahiyê, derênî rêya Xwedayê Serdest û Pesnande.

-7لَقَدْ أَنزَلْنَا إِلَيْكُمْ كِتَابًا فِيهِ ذِكْرُكُمْ ۖأَفَلَاتَعْقِلُونَ (الأنبياء  (10:

Sond be, me kitêbeke wiha ji we re daxistiye ku rûmeta we di wê de ye. Ma hê jî, hûn eqil nagirin.

-8إِنَّا أَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَا أَرَاكَ اللَّهُ ۚوَلَاتَكُن لِّلْخَائِنِينَ خَصِيمًا ( النساء  (105:

(Ya Muhemmed!) Bi rastî me Qur’an bi heqî ji te re daxist da ku tu di navbera mirovan de mîna Ellah Teala nîşanî te dayî, hukim bikî û ji xayînan re nebe berevan/ alîgir!

Gerçekleri içeren bu kitabı sana biz indirdik ki insanlar arasında Allah’ın gösterdiği yöntemle hükmedesin. Sakın hainlerin savunucusu olma.

-9وَنُرِيدُ أَن نَّمُنَّ عَلَى الَّذِينَ اسْتُضْعِفُوا فِي الْأَرْضِ وَنَجْعَلَهُمْ أَئِمَّةً وَنَجْعَلَهُمُ الْوَارِثِينَ ( القصص (5:

Em jî dixwazin li yên ku li wê derê hatine qelskirin keremê bikin; em wan bikin rêber û em wan bikin mîratxwerê erdê .

Yeryüzünde güçsüzleştirilip ezilenlere lütfederek diledik ki onları önderler ve varisler yapalım.

Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR