Arşiv 27 Haziran 2025

10-MIROVÊN BI AQL

10-MIROVÊN BI AQL

-1ألَّذِينَ يَسْتَمِعُونَ الْقَوْلَ فَيَتَّبِعُونَ أَحْسَنَهُ ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ هَدَاهُمُ اللَّهُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمْ أُولُو الْأَلْبَابِ 18الزمر

Ew bendeyên ku li gotinan guhdarî dikin û li dûv a herî baş diçin. Ha ew in yên ku Xwedê ew rasterê kirine û ew bi xwe ne yên xwedanhiş û biaqil.

-2وَاتَّبِعُوا أَحْسَنَ مَا أُنزِلَ إِلَيْكُم مِّن رَّبِّكُم مِّن قَبْلِ أَن يَأْتِيَكُمُ الْعَذَابُ بَغْتَةً وَأَنتُمْ لَا تَشْعُرُونَ (55) الزمر

Beriya ku haya we jê çêbe û ji nişka ve ezab bi ser we de were, bidin pey Qurana spehîtirîn, ew a ku ji we re hatiye hinartin.

-3وَهَٰذَا صِرَاطُ رَبِّكَ مُسْتَقِيمًا ۗ قَدْ فَصَّلْنَا الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَذَّكَّرُونَ)  الأنعام(126:

Ev a riya Xwedayê te ya rast e. Bêguman ji bo civateke ku şîretê wergirin me ayetên xwe bi berfirehî aşkera kirine.

4كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ مُبَارَكٌ لِّيَدَّبَّرُوا آيَاتِهِ وَلِيَتَذَكَّرَ أُولُو الْأَلْبَابِ :29) ص(

Me ev Quran ji bo te nazil kir ku ew pîroz e, da ku di ayetên wê de bifikirin û aqilmend jê şîretê bigirin.

-5وَتِلْكَ الْأَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِ ۖ وَمَا يَعْقِلُهَا إِلَّا الْعَالِمُونَ (43خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِّلْمُؤْمِنِينَ (44)  العنكبوت 

Em van mînakan ji bo mirovan derb û mesel tînin, ji yên zana pê ve kes tê nagihîjin.

Xweda erd û asîman Birastî afirandine. Bêguman di vê de ji bo bawermendan nîşanek heye.

6-أَمَّنْ هُوَ قَانِتٌ آنَاءَ اللَّيْلِ سَاجِدًا وَقَائِمًا يَحْذَرُ الْآخِرَةَ وَيَرْجُو رَحْمَةَ رَبِّهِ ۗ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الَّذِينَ يَعْلَمُونَ وَالَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ ۗ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ :9) الزمر(

Erê ma ew ê îtaetkar ku di demên şevê de, di sucûd û li ser piyan, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya Xwedayê xwe hêvî dike, çêtir û birûmetir e (yan ew ê ku kafir bûye)? Bibêje: Ma ew ên ku dizanin û ew ên ku nizanin qet dibin wekhev? Bi rastî tenê yên aqilmend ders û îbret werdigrin.
“Yoksa o, gece saatlerinde secde ederek, ayakta durarak ibadet eden, âhiretten korkan ve

7أَفَمَن يَعْلَمُ أَنَّمَا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ الْحَقُّ كَمَنْ هُوَ أَعْمَىٰ ۚ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ :19) الرعد(

Erê ma ew ê ku yeqîn dizane ev a ku ji cem Xwedayê te ji te re hatiye heq e dibe wekî yê kor      ?  Bêguman bes ên xwedan hiş  vê fehm dikin.

-8يُؤْتِي الْحِكْمَةَ مَن يَشَاءُ خَيْرًا كَثِيرًا ۗ وَمَا يَذَّكَّرُ  ۚ وَمَن يُؤْتَ الْحِكْمَةَ فَقَدْ أُوتِيَ  إِلَّا أُولُو الْأَلْبَابِ :269) البقرة(

Xwedê, kê bivê hîkmetê dide wî û ji kê re hîkmet bê dayîn, Birastî xêreke pir jê re hatiye dayîn. Ji hiş mendan  pê ve tu kes jê şîretê wernagire.

-9وَإِذَا حُيِّيتُم بِتَحِيَّةٍ فَحَيُّوا بِأَحْسَنَ مِنْهَا أَوْ رُدُّوهَا ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ حَسِيبًا (86) النساء

Dema silav li we hate kirin, vêca hûn jî ji wê rindtir an jî wekî ya li we hate kirin, silavê vegerînin. Bêguman Xwedê ji her tiştî re hesabdar e.

-10وَكَتَبْنَا لَهُ فِي الْأَلْوَاحِ مِن كُلِّ شَيْءٍ مَّوْعِظَةً وَتَفْصِيلًا لِّكُلِّ شَيْءٍ فَخُذْهَا بِقُوَّةٍ وَأْمُرْ قَوْمَكَ يَأْخُذُوا بِأَحْسَنِهَا ۚ سَأُرِيكُمْ دَارَ الْفَاسِقِينَ 145 الأعراف

Me ji bo Mûsa li ser lewhan ji şîret û hukman hemû tiştbi berfirehî nivîsîn. Vêca (Xwedê jê re got:) bihêz û ji dil wan bigire û li gelê xwe ferman bike ku ew bi ya herî spehî bigirin. (Eger hûn ji rê derkevin) ez ê di nêz de cih û warên ji rêderketiyan nîşanî we bidim.

 

Têbinîyên Girîng:

1-Ewên ku gotine dibihîzin û li pay ê baş diçin.

1-Beriya ku ezab werê bidin pay qur’ana pîroz.

3-Riya Xwuda ye rast hatiye aşkerekirin ji cıvata ku şîretê bigrinre.

4-Ev pîrtuka hatiye şandin, ku di ayetên wê da bifikirin û şîret bigrin.

5-Ev mîsalen ji miroverene, ku ji yên zanetir pêve kes tênagihijê

6-Ma ê zane û nezan dibin wekhev.

7-Ma ê ku heqî jêre hetiye wek ê kore bes ê xwedan hiş famdikin.

8-Xwuda hîkmeta dide ê bixwazê. lê ji hişmenda pêve şîret nagirin.

9-Wexta qencî li we hatkirin bi a qenctir bersiv bidin.

10-Jibo şîret di lewha da hemû tişt bi berfirehî hatine nivîsandin ferman bi girtina ya herî sipehî bike.

9-MAFDARÎYA MIROVÎ

9-MAFDARÎYA MIROVÎ

-1قُلْ يَا أَيُّهَا النَّاسُ قَدْ جَاءَكُمُ الْحَقُّ مِن رَّبِّكُمْ ۖ فَمَنِ اهْتَدَىٰ فَإِنَّمَا يَهْتَدِي لِنَفْسِهِ ۖ وَمَن ضَلَّ فَإِنَّمَا يَضِلُّ عَلَيْهَا ۖ وَمَا أَنَا عَلَيْكُم بِوَكِيلٍ100 يونس

Bibêje: Gelî mirovan! Ji bo we ji cem Xwedayê we rastî hat. Êdî kî bê ser riya rast, bes ew ji bo xwe tê. Kî ji rê bikeve, ew jî li dijî xwe ji rê dikeve û ez li ser we ne berpirs im.

-2فَاعْبُدُوا مَا شِئْتُم مِّن دُونِهِ ۗ قُلْ إِنَّ الْخَاسِرِينَ الَّذِينَ خَسِرُوا أَنفُسَهُمْ وَأَهْلِيهِمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ أَلَا ذَٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُبِينُ15 الزمر

(Gelî pûtperestan!) Vêca hûn ji bilî Xwedê kê divên jê re îbadet bikin! Bibêje: Bi rastî yên xesirîne ew in ku roja qiyametê xwe û malbata xwe li zerarê dane. Agahdar bin! Ha xesarkirina aşkera ev bi xwe ye.

-3إِنَّ الَّذِينَ يُلْحِدُونَ فِي آيَاتِنَا لَا يَخْفَوْنَ عَلَيْنَا ۗ أَفَمَن يُلْقَىٰ فِي النَّارِ خَيْرٌ أَم مَّن يَأْتِي آمِنًا يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۚ اعْمَلُوا مَا شِئْتُمْ ۖ إِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ 40فصلت

Bêguman ew ên ku ayetên me înkar dikin ew ji ber me nayêne veşartin. Erê ma vêce ew ê ku di êgir de bê werkirin çêtir e, yan ew ê ku roja qiyametê bi ewlehî were? Hûn çi divên wê bikin, bêguman Xwedê bi tiştên ku hûn dikin bîner e.

-4هُوَ الَّذِي خَلَقَكُمْ فَمِنكُمْ كَافِرٌ وَمِنكُم مُّؤْمِنٌ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ (التغابن (2:

Xwedê ye, yê ku (bi vî şeklê xweşik) hûn afirandin, vêca hinek ji we înkar dikin û hinek ji we jî bawerî tînin. Xwedê bi ya hûn dikin bîner e.

-5إِنَّا هَدَيْنَاهُ السَّبِيلَ إِمَّا شَاكِرًا وَإِمَّا كَفُورًاالانسان(3:

Me riya rast nîşan dayê, êdî yan dê şukirdar be yan jî dê nankor be.

-6وَإِذَا سَمِعُوا اللَّغْوَ أَعْرَضُوا عَنْهُ وَقَالُوا لَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُمْ سَلَامٌ عَلَيْكُمْ لَا نَبْتَغِي الْجَاهِلِينَ (  القصص 55: (

Dema ew gotina pûç/kelevajî dibihîzin, berê xwe jê vedigerînin û dibêjin: Karên me ji me re û karên we ji we re. Ji me emîn bin û em ji xêrê pê ve li we nazivirînin, em naxwazin têkilî nezanan bibin.

-7وَإِذَا رَأَيْتَ الَّذِينَ يَخُوضُونَ فِي آيَاتِنَا فَأَعْرِضْ عَنْهُمْ حَتَّىٰ يَخُوضُوا فِي حَدِيثٍ غَيْرِهِ ۚ وَإِمَّا يُنسِيَنَّكَ الشَّيْطَانُ فَلَا تَقْعُدْ بَعْدَ الذِّكْرَىٰ مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِمِينَ (68)  الأنعام

Dema te ew ên ku derbarê ayetên me de (bi neqencî) xwe noqî mijûliyê dikin dîtin, vêca berê xwe ji wan vegerîne (û li cem wan rûnenê) heya ku nekevin nav dabaşeke din de. Eger şeytan bi te da jibîrkirin, vêca piştî ku hat bîra te li nav cıvata sitemkaran rûnenê.

-8لَّا يَنْهَاكُمُ اللَّهُ عَنِ الَّذِينَ لَمْ يُقَاتِلُوكُمْ فِي الدِّينِ وَلَمْ يُخْرِجُوكُم مِّن دِيَارِكُمْ أَن تَبَرُّوهُمْ وَتُقْسِطُوا إِلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُقْسِطِينَ 8الممتحنة

Ew ên ku ji bo dîn şerê we nekirin û hûn ji welatê we dernexistin, Xwedê li we qedexe nake ku hûn li wan qencî û edaletê bikin. birastî Xwedê ji edaletkeran hez dike.

-9إِنَّا أَنزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ لِلنَّاسِ بِالْحَقِّ ۖ فَمَنِ اهْتَدَىٰ فَلِنَفْسِهِ ۖ وَمَن ضَلَّ فَإِنَّمَا يَضِلُّ عَلَيْهَا ۖ وَمَا أَنتَ عَلَيْهِم بِوَكِيلٍ 41الزمر

Bêguman me Quran ji bo mirovan, ji te re bi heqî şandiye. Êdî kî rasterê bibe ew ji bo xwe dibe û kî jî ji rê bikeve îcar ew li dijî xwe rêşaş dibe û tu li ser wan ne wekîl î.

-10وَخَلَقَ ٱللَّهُ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلْأَرْضَ بِٱلْحَقِّ وَلِتُجْزَىٰ كُلُّ نَفْسٍ بِمَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ22الجاثية

Xwedê ezman û zemîn ji bo armancekê afirandiye, ji bo ku her mirovek xelata keda xwe bigire. Tu carî neheqî li wan nayê kirin.

 

 

Têbinîyên Girîng:

1-Kî çi bikê ji xwere dikê pêxember ne wekilê kesîye.

2-Ji xeynî Xwuda ji kere îbadet dikin bikin, xisare mezine ku xwe û malbata xwe dixisirênin.

3-Hûn çidikin bi kin Xwuda bi we zaneyê. avêtine agirî başe an ewlehî başe.

4-Digel ku Xwuda afirindere, hinek şikir dikin û hinek ji înkar dikin, kî çidikê Xweda binere.

5-Me rêya rast daye berve, dê yan şikirdar yan ji nankörbin.

6-Xwuda dengê wê jina ku gilî û gazin ji hevjine xwekir Bihîst.

7- Kiryarên herkesi jêrene,bi wan kesê ku tiştê puç dikinre rûnenin, û bi nezanere tekili nekin.

8-Dema ayetên Xwuda bên nîqaşkirin li cemwe rûnenin û piştî aghiyê li cem zalime neminin.

9-Xwuda men a we ji qencîya bi kesê ku jibo dîn biwere şernekirine û we ji ware we dernexistine nakê.

10-Me pirtûk ji mirovere jitere şandiye, Kî rasta rêbê ji xwereye kî ji rê şaşbê ji xwereye tû ne wekilê kesiye.

11-Jibo ku heqsizi li tu kesî newê herkesi bi kiryarê xwe wê hesabdan.

 

8-XÊRTIRÎN’Ê AFRANDÊRA

8-XÊRTIRÎN’Ê AFRANDÊRAN

1إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ أُولَٰئِكَ هُمْ خَيْرُ الْبَرِيَّةِ)   البينة (7:

Ewanê ku bawerî anîne û karê qenc kirine afirandêrê herî baş in.

-2أُولَٰئِكَ يُسَارِعُونَ فِي الْخَيْرَاتِ وَهُمْ لَهَا سَابِقُونَ.المؤمنون 61:

Ha ev ên hanê, li xêr û qenciyan dibezin û berî xelkê xwe diavêjine xêrê.

-3الَّذِينَ يُنفِقُونَ فِي السَّرَّاءِ وَالضَّرَّاءِ وَالْكَاظِمِينَ الْغَيْظَ وَالْعَافِينَ عَنِ النَّاسِ ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَآل عمران134:

(Teqwadar) ew ên ku malên xwe di firehî û tengasiyê de (di rêka Xwedê de) xerc dikin; hêrsa xwe diqurtînin û li mirovan diborin. Xwedê ji qencîkarên rast û durist hez dike.

4إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَادُوا وَالنَّصَارَىٰ وَالصَّابِئِينَ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُمْ أَجْرُهُمْ عِندَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ (62) البقرة 

Bêguman yên ku bawerî anîn û yên bûne cihû, yên fileh û yên sabiîn, vêca ji wan kî baweriyê bi Xwedê û roja axretê bîne û karê qenc bike, ji bo wan li nik Xwedayê wan xelat heye û li ser wan tirs nîn e û ew xemgîn jî nabin.

5لَّيْسَ الْبِرَّ أَن تُوَلُّوا وُجُوهَكُمْ قِبَلَ الْمَشْرِقِ وَالْمَغْرِبِ وَلَٰكِنَّ الْبِرَّ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالْكِتَابِ وَالنَّبِيِّينَ وَآتَى الْمَالَ عَلَىٰ حُبِّهِ ذَوِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينَ وَابْنَ السَّبِيلِ وَالسَّائِلِينَ وَفِي الرِّقَابِ وَأَقَامَ الصَّلَاةَ وَآتَى الزَّكَاةَ وَالْمُوفُونَ بِعَهْدِهِمْ إِذَا عَاهَدُوا ۖ وَالصَّابِرِينَ فِي الْبَأْسَاءِ وَالضَّرَّاءِ وَحِينَ الْبَأْسِ ۗ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ صَدَقُوا ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُتَّقُونَ) البقرة (177:

Qencî, ne ew e ku hûn berê xwe bidin rojhilat an rojava. Lê belê qencî ew e ku mirov bi Xwedê, bi roja axretê, bi milyaketan, bi kitêban û bi pêxemberan bawerî bîne û ji bo qayîliya Xweda malê xwe bide xizmên xwe, bide sêwî û xizanan, bide rêwî, parsekan û koleyan, nimêj bike, zekatê bide û çaxê soz dan soza xwe bicîh tînin û di wextê xizanî û naxweşîye de bêhnfireh in. ew ên ku rast û duerist in û ew ên ku xwe diparêzin.

6يَٰٓأَيُّهَا ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ ٱرۡكَعُواْ وَٱسۡجُدُواْۤ وَٱعۡبُدُواْ رَبَّكُمۡ وَٱفۡعَلُواْ ٱلۡخَيۡرَ لَعَلَّكُمۡ تُفۡلِحُونَ . الحج: 77

Gelî yên ku bawerî anîne! Herin rikûʿê, herin sicûdê, îbadeta Xwedayê xwe bikin û qenciyê bikin da ku hûn bi ser bikevin.

-7إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ إِنَّا لَا نُضِيعُ أَجْرَ مَنْ أَحْسَنَ عَمَلًا .الكهف30:

Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karê qenc kirin, birastî Em xelata kesê ku karê rind kiribe winda nakin.

8لَن يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَٰكِن يَنَالُهُ التَّقْوَىٰ مِنكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ ۗ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ 37  الحج 

Ne goştê wan qurbanan ne jî xwîna wan digihîje Xwedê, lê belê bes teqwedariya we digihijiyê. Her wiha Xwedê ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn Xwedê  mezin bidêrin û mizgînê bide qencîkarên rast û durist!

_9إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَآتَوُا الزَّكَاةَ لَهُمْ أَجْرُهُمْ عِندَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ. البقرة277:

Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karên rind kirin, bi awayê pêdivî nimêj kirin û zekat dane ji bo wan li nik perwerdegarê wan xelata wan heye, tirs li ser wan tune û ew xemgîn jî nabin.

Têbinîyên Girîng:

1-Xêrtirinî ya herî pîroz îman û kiryarên qencin.

2-Kesen pîroz ewên ku pêşivani ya qêncîye dikin.

3-Qencîkarî xerckirine di ferehî û tengasiyêde  û qurpandine qehre xwe deye.

4-Xelasî di îman anîne bi Xwuda, roja hesabê û kiryarên başdeye.

5-Qencî ne di berê xwe dayîne şareq û xerbê deye, Belkî di îmane bi Xwuda, roja hesabê, meleîketa, pîrtûke, pêxembere û dane mal jibo Xwuda li xwedî, sewî, xizan, rewî, parsek, û köle re û kirine nimej, dane zekatê, pêkanine sözên xwe û bêhin ferehîye di tangasî û ferehîyê deye.

6-Xelasî di kirine qencîyê deye.

7- Kerê qencîkera winda nabê.

8-goştû Xwîna qurbanên we nagihin Xwuda belkî teqwedariye we digihijê Xwuda.

9- Ji kesên îman anî, keren qenc kirî, nimêj kirî û zekat dayî re xêrên mezin hene û tirs ji ware nîne.

.

7-ARMANCA AFIRANDINA MIROVTÎ YÊ

7-ARMANCA AFIRANDINA MIROVTÎ YÊ

1وَمَا خَلَقْتُ الْجِنَّ وَالْاِنْسَ اِلَّا لِيَعْبُدُونِ)  الذاريات(56:

Min cin û însan tenê ji bo ku ji min re xizmetê bikin afirandin.

2وَمَن جَاهَدَ فَإِنمَا يُجَاهِدُ لِنَفْسِهِ إِن اللهَ لَغَنِي عَنِ الْعَالَمِينَ (العنكبوت: 6)

Kî têdikoşe, ji bo xwe têdikoşe. XWEDÊ muhtacê tu kesî nîn e.

3وَلَقَدْ ذَرَأْنَا لِجَهَنَّمَ كَثِيرًا مِّنَ الْجِنِّ وَالْإِنسِ ۖ لَهُمْ قُلُوبٌ لَّا يَفْقَهُونَ بِهَا وَلَهُمْ أَعْيُنٌ لَّا يُبْصِرُونَ بِهَا وَلَهُمْ آذَانٌ لَّا يَسْمَعُونَ بِهَا ۚ أُولَٰئِكَ كَالْأَنْعَامِ بَلْ هُمْ أَضَلُّ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الْغَافِلُونَ (179)  الأعراف 

Sond be, me ji cin û însanan gelek kesên ku dojehî ne li dinyayê belavkirin. Dilê wan heye tê nagihin û çavê wan heye pê nabînin û guhê wan heye pê nabihîzin. Ha ew, mîna heywana ne, belkî hê jî rê şaştir in. Ew, her yên  bêhiş in

-4اتَّخَذُوا أَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ أَرْبَابًا مِّن دُونِ اللَّهِ وَالْمَسِيحَ ابْنَ مَرْيَمَ وَمَا أُمِرُوا إِلَّا لِيَعْبُدُوا إِلَٰهًا وَاحِدًا ۖ لَّا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ سُبْحَانَهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ (31)  التوبة 

Wan ji bilî Xwedê, zana û abidên xwe û Îsayê kurê Meryemê ji bo xwe îlah girtin. Hal ev e ku ew hatine fermankirin ku yek Xwedayî bihebînin ku ji Wî pê ve tu îlah nîn in û ew ji ya ku jê re dikin hemkûf, pak û dûr e.

5وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَهُمْ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۖ فَأَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ (87)  الزخرف 

Eger tu ji wan bipirsî kê ew afirandine? dê bibêjin: Xwedê ye. Vêca ma çawa berê we jê tê zîvirandin?

6فَإِذَا رَكِبُوا فِي الْفُلْكِ دَعَوُا اللَّهَ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ فَلَمَّا نَجَّاهُمْ إِلَى الْبَرِّ إِذَا هُمْ يُشْرِكُونَ  العنكبوت   (65)

Vêce dema ku ew li keştiyê siwar dibin, bi dilekî safî hawara xwe digihînin Xwedê. û dema Xwedê bi selametî wan derdixe bejê, dibînî ku ji Xwedê re şerîkan çêdikin.

-7وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۚ قُلْ أَفَرَأَيْتُم مَّا تَدْعُونَ مِن دُونِ اللَّهِ إِنْ أَرَادَنِيَ اللَّهُ بِضُرٍّ هَلْ هُنَّ كَاشِفَاتُ ضُرِّهِ أَوْ أَرَادَنِي بِرَحْمَةٍ هَلْ هُنَّ مُمْسِكَاتُ رَحْمَتِهِ ۚ قُلْ حَسْبِيَ اللَّهُ ۖ عَلَيْهِ يَتَوَكَّلُ الْمُتَوَكِّلُونَ (38)  الزمر  

Eger tu ji wan bipirsî, kê erd û asîman afirandine, dê bibêjin; Xwedê afirandine. Bibêje: Nexwe eger Xwedê bixwaze zerarekê bide min, ma ew (pût)ên ku ji bilî Xwedê hûn îbadetê wan dikin, ew dikarin zerara Xwedê ji ser min rakin? Yan jî Xwedê bixwaze qenciyekê bide min, ma ew dikarin wê ji ser min bigirin? Bibêje: Xwedê besî min e, yên hêvîdar bes xwe dispêrin Wî.

Têbinîyên Girîng:

1-Xwuda cîn û mirov jibo îbadetê afirandine.

2-Kî çi bikê ji xwere dike Xwuda ne hewceyî tu kesiye.

3-Gelek mirov jiber dile wan tênagihê,çavên wan heqîqetê nabinê, gûhê wan rastiyê hisnakê ji rastiyê bê parin û ji ajalen xerabtirin.

4-Serok û rêberê xwe kirine şirîkê Xwuda.

5-Digel zanin Xwuda wan afirandiye berê xwe jê di zîvirênin.

6-Wexte dikevin tangasiyê jidil bawer dikin û wexta xelas dibin şirîka jêre çêdikin.

7-Gava Xwuda zararê bide kes nikarê nehêlê, û gava qencîye bide kes nikarê bibê mani û Xwuda besî hêvidareye.

6-QÎMETÊ MIROVÎ

6-QÎMETÊ MIROVÎ

1وَلَقَدْ كَرَّمْنَا بَنِي آدَمَ وَحَمَلْنَاهُمْ فِي الْبَرِّ وَالْبَحْرِ وَرَزَقْنَاهُم مِّنَ الطَّيِّبَاتِ وَفَضَّلْنَاهُمْ عَلَىٰ كَثِيرٍ مِّمَّنْ خَلَقْنَا تَفْضِيلًا70الإسراء

Sond be me benî Adem xwedî rûmet û rêzdar kirin û me ew li behr û bejahiyê li wasiteyên curbecur siwar kirin û me bi tiştên pak û xweş riziqdar kirin û me ew di ser gelek mexlûqên xwe re çêtir girtin

-2هُوَ الَّذِي خَلَقَ لَكُم مَّا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا ثُمَّ اسْتَوَىٰ إِلَى السَّمَاءِ فَسَوَّاهُنَّ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ ۚ وَهُوَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌالبقرة29:

Ew Xwedayê ku çi tiştê li erdê heyî tev ji bo we afirandine, paşê li asîmanan vegeriya; vêca ew kire heft tebeq û Ew bi her tiştî zana ye.

3وَسَخَّرَ لَكُم مَّا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مِّنْهُ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ ( الجاثية(13:

Xweda, ji kerema xwe çi li erd û li asîmanan hebin tev, ji we re bindest kirine. Hemin di vê de ji bo milletekî ku bifikirin pir ayet hene.

-4وَأَن لَّيْسَ لِلْإِنسَانِ إِلَّا مَا سَعَىٰ (النجم(39:

Ji însên re ji kar û kiryarê wî pê ve tiştekî din nagihijiyê.

5 يَا أَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمُ الَّذِي خَلَقَكُم مِّن نَّفْسٍ وَاحِدَةٍ وَخَلَقَ مِنْهَا زَوْجَهَا وَبَثَّ مِنْهُمَا رِجَالًا كَثِيرًا وَنِسَاءً ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي تَسَاءَلُونَ بِهِ وَالْأَرْحَامَ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَيْكُمْ رَقِيبًا)  النساء  (1: 

Gelî mirovan! Hay ji ferman û qedexeyên Xudayê xwe hebin, ew Xudayê ku hûn ji yek kesî afirandine hefsera wî jî ji cinsê wî afirand û ji herduyan jî gelek mêr û jin zêde kirin. Hay ji ferman û qedexeyên Xuda yê ku hûn bi xatirê wî ji hev dixwazin hebin û hay ji pêkanîna mafê lêziman jî hebin. Bêguman Xuda hemin li ser we zêrevan e.

6وَلَقَدْ مَكَّنَّاكُمْ فِي الْأَرْضِ وَجَعَلْنَا لَكُمْ فِيهَا مَعَايِشَ ۗ قَلِيلًا مَّا تَشْكُرُونَ ( الأعراف(10:

Bi rastî me hûn li ser erdê bi cih kirin û me li wê derê derfet û navgînên jiyan borandinê ji we re bi kar anîn, hûn (Xwedayê xwe) pir hindik dişêkirînin.

7إِنَّا هَدَيْنَاهُ السَّبِيلَ إِمَّا شَاكِرًا وَإِمَّا كَفُورًا ( الانسان (3:

Bi rastî me rêya rast nîşanî însên daye. Dixwazê bila spasdar (mumin) be, û dixwaze bila nankor(kafir) be.

Têbinîyên Girîng:

1-Me mirov ji exlebê maxlkê xwe pîroztir, çêtir girtiye..

2-Me hemu tiştê ardê jibo mirova afirandiye.

3-Di mûsexerkirine hemu tiştê asîman û ardê ji were, jiwan kesen di fikirinre ayet hene.

4-Ji mirovire ji xeynî kiryarê wî pêştir nîne.

5- Me jiyek jin û merekî gelek mirov afirandiye.

6- Me hûn liser ardê bicehkirine û navginê, derfetê jiyanê daye we.

7-Me rêya rast dayê ber we kî bixwezê spasdar. Bawerî tîne û ê nexwezê ji nankör münkir dibe.

5-BIREVEBIRINE HEBÛNE

5-BIREVEBIRINE HEBÛNE

-1 اللَّهُ الَّذِي رَفَعَ السَّمَاوَاتِ بِغَيْرِ عَمَدٍ تَرَوْنَهَا ۖ ثُمَّ اسْتَوَىٰ عَلَى الْعَرْشِ ۖ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ يَجْرِي لِأَجَلٍ مُّسَمًّى ۚ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ يُفَصِّلُ الْآيَاتِ لَعَلَّكُم بِلِقَاءِ رَبِّكُمْ تُوقِنُونَ)  الرعد (2:

Ew ê ku asîman bêsitûn (bi awayê) ku hûn dibînin bilind çêkirin Xwedê ye, paşê li ser Erşê hukimraniyê raser bû; roj û heyv (ji vîna xwe re) stûxwar kirin ku her yek ji wan heyanî demeke diyarkirî di çerxa xwe de bilez digere. Xwedê, kar û barê xwe, milk û desthelatiya xwe bi rê ve dibe, nîşanên yekîtî û qudreta xwe berfireh ronî dike, da ku hûn bi çûyina hizûra Xawedayê xwe ji dil bawerî bînin.

-2وَلِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۚ وَإِلَى اللَّهِ تُرْجَعُ الْأُمُورُ)  آل عمران (109:           

Çi tiştên li erd û asîmanan hene her ew milkê Xwedê ne û her kar û bar, dê bi bal Wî ve vegere.

-3اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ الْحَيُّ الْقَيُّومُ ۚ لَا تَأْخُذُهُ سِنَةٌ وَلَا نَوْمٌ ۚ لَّهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۗ مَن ذَا الَّذِي يَشْفَعُ عِندَهُ إِلَّا بِإِذْنِهِ ۚ يَعْلَمُ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ ۖ وَلَا يُحِيطُونَ بِشَيْءٍ مِّنْ عِلْمِهِ إِلَّا بِمَا شَاءَ ۚ وَسِعَ كُرْسِيُّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ ۖ وَلَا يَئُودُهُ حِفْظُهُمَا ۚ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْعَظِيمُ ) البقرة (255:

(Xwedê), ji Wî pê ve tu îlah tun in, her sax e, her ragirê heyînê ye. Ne xew wî digire ne jî hênijîn. Her jê re ye ya li asîmanan û ya li erdê. Ji bilî yê ku wî destûr dabe ew kî ye (ku bêdestûra wî) li cem wî mehderiyê bike? (Xwedê) kiryarên ku mirov dikin û yên kirine pê dizane. Ji ya ku wî xwestiye pê ve kes tiştekî ji zanîna wî nizane. Kursiyê wî erd û esman di xwe de girtiye. Parastina wan pê giran nayê û her ew e yê raser ê mezin.

-4قُلْ مَن يَرْزُقُكُم مِّنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ أَمَّن يَمْلِكُ السَّمْعَ وَالْأَبْصَارَ وَمَن يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّ وَمَن يُدَبِّرُ الْأَمْرَ ۚ فَسَيَقُولُونَ اللَّهُ ۚ فَقُلْ أَفَلَا تَتَّقُونَ)   يونس(31:

(Ji muşrikan re) bibêje: Ma kî ji erd û asîmanan rizqê we dide yan ma kî dikare guh û çavan biafirîne, kî dikare yê sax ji yê mirî û yê mirî ji yê sax derxe û kî karên afirandinê bi rê ve dibe? Vêca ew ê bibêjin: Ellah e. Nexwe (ji wan re) bibêje: Eger wisa ye, êdî çima hûn xwe (ji ezabê) Xwedê naparêzin?

-5أَفَغَيْرَ دِينِ اللَّهِ يَبْغُونَ وَلَهُ أَسْلَمَ مَن فِي السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ طَوْعًا وَكَرْهًا وَإِلَيْهِ يُرْجَعُونَ)  آل عمران (83:

Ma ew ji xeynî dînê Xwedê li tiştekî din digerin? Lê her tiştê di erd û asîmanan de berdest bûne û ew ê bi bal Wî ve vegerin.

Têbinîyên Giring:

1-Ê ku bê stûn asîman bilindkiriye Xwudaye.

2-Her tiştê li erd û asîn ê Xwudane.

3-Ew Xwudayê ku Jêrê mirin, xew, û jibîkirin nîne.

4-Kî jiwere riziq dişînê, Kî mirîye saxdikê, kî afirindere birêve dibe, dibêjin Xwudaye.

6-Digel ku her tiştê erdu asîman ji Xwedare teslîm bûye, Hûn li Xwudakî din diğerin.

 

4-RÊGAZÊN XWEZAYÎ

4-RÊGAZÊN XWEZAYÎ

-1الَّذِي خَلَقَ فَسَوَّىٰ *وَالَّذِي قَدَّرَ فَهَدَىٰ ( الأعلى: 32(

Ew Xwedayê ku (mexlûq) afirandine, vêca bêkêmasî şekil û teşe daye wan.

Ew Xwedayê ku her tişt bi pîvan çêkiriye, vêca rê nîşan dayê.

2وَهُوَ الَّذِي خَلَقَ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ فِي فَلَكٍ يَسْبَحُونَ ) الأنبياء(33:

Xweda ye ku şev û ro, roj û heyv afirandine. Her yek ji wan di rêgeha xwe de diherikê.

3أَفَلَمْ يَنظُرُوا إِلَى السَّمَاءِ فَوْقَهُمْ كَيْفَ بَنَيْنَاهَا وَزَيَّنَّاهَا وَمَا لَهَا مِن فُرُوجٍ ( ق(6:

Ma ew li asîmanên di ser xwe re nanêrin ku Me çawa ew (bêstûn) avakirine û Me ew (bi stêran) xemilandine û jê re tu qelş û kêmasî tun in.

4إِنَّا كُلَّ شَيْءٍ خَلَقْنَاهُ بِقَدَرٍ (49)   وَمَا أَمْرُنَا إِلَّا وَاحِدَةٌ كَلَمْحٍ بِالْبَصَرِ (  القمر  (50:

Bêguman Me her tişt bi pîvan afirandiye.

Fermana Me (ji bo çêkirina her tiştekî) carek e; wekî girtin û vekirina çav e.

5الَّذِي خَلَقَ سَبْعَ سَمَاوَاتٍ طِبَاقًا ۖ مَّا تَرَىٰ فِي خَلْقِ الرَّحْمَٰنِ مِن تَفَاوُتٍ ۖ فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَىٰ مِن فُطُورٍ ( الملك (3:

Ew Xwedayê ku heft tebeq asîman di ser hev re ahengsaz çêkirine, tu yê di çêkirina Xweda yê Reḥman de tu kêmasî û nakokiyê nebînî. Vêca de berê xwe bidê, erê ma tu kêmasiyekê tê de dibînî?

6خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۖ يُكَوِّرُ اللَّيْلَ عَلَى النَّهَارِ وَيُكَوِّرُ النَّهَارَ عَلَى اللَّيْلِ ۖ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ كُلٌّ يَجْرِي لِأَجَلٍ مُّسَمًّى ۗ أَلَا هُوَ الْعَزِيزُ الْغَفَّارُ ) الزمر (5:

Xwedê erd û asîman bi duristî û bi hîkmet afirandine. Ew şevê li ser rojê dipêçe, rojê jî li ser şevê dipêçe. Roj û heyv ji fermana xwe re tewandine. Her yek ji wan heta demeke diyarkirî dê (di rêgeha xwe de) bigerin. Agahdar bin! Her Xwedê ye yê desthilat, yê gunehjêbir.

7وَالسَّمَاءَ بَنَيْنَاهَا بِأَيْدٍ وَإِنَّا لَمُوسِعُونَ 47 وَالْأَرْضَ فَرَشْنَاهَا فَنِعْمَ الْمَاهِدُونَ 48 وَمِن كُلِّ شَيْءٍ خَلَقْنَا زَوْجَيْنِ لَعَلَّكُمْ تَذَكَّرُونَ (49 الذاريات

Me asîman bi hêz ava kiriye û Birastî em wî hê jî fireh dikin. Me erd jî raxistiye (da bi kêrî jiyanê bê), çi xweş raêxer in Em! Me ji her tiştî cotek afirandiye da ku hûn bifikirin û şîret wergirin.

Têbinîyên Girîng:

1-Ev Xwudayê ku afirandiye rê û nişan ji deye.

2-Ewê ku şev roj, roj û heyv afirandî, wan di rêgeha wanda di herikênê .

3-Ma tu li asîman nanerê bê stûn çawa me bilinkiriye û bi sitêrke xemilandiye.

4-Me her tişt bi pîvan afirandiye û emrême wek girtin û vekirne çavaya.

5-Me tu na nerê bê Xwuda çawe 7 tabaq asîman bê stûn bê kêmasi afirandiye.

6-Asiman û ard bi heqî afirandiye, û şev li rojê, roj j ili şeve tê pêçandin û heta wextê dîyarkiri roj û heyv ji fermanê xwere tawandine.

7-Ji bo ku hun şîret bigrin me asîman bi hêza xwe avakiriye û me ard rawestandiye û her tişt  bi cot afirandiye.

3-ARMANC Jİ AFIRANDINA KAÎNATI

3-ARMANC Jİ AFIRANDINA KAÎNATI

-1وَخَلَقَ ٱللَّهُ ٱلسَّمَـٰوَ ٰتِ وَٱلۡأَرۡضَ بِٱلۡحَقِّ وَلِتُجۡزَىٰ كُلُّ نَفۡسِۭ بِمَا كَسَبَتۡ وَهُمۡ لَا یُظۡلَمُون  )الجاثية(22:

Xwedê erd û asîman bi heqî afirandine. Bi vî awayî her kes dê li gorî qazanca xwe bête xelat û celatkirin, tu zordarî jî li wan nayê kirin.

-2أَوَلَمۡ یَتَفَكَّرُوا۟ فِیۤ أَنفُسِهِمۗ مَّا خَلَقَ ٱللَّهُ ٱلسَّمَـٰوَ ٰتِ وَٱلۡأَرۡضَ وَمَا بَیۡنَهُمَاۤ إِلَّا بِٱلۡحَقِّ وَأَجَلࣲ مُّسَمࣰّىۗ وَإِنَّ كَثِیرࣰا مِّنَ ٱلنَّاسِ بِلِقَاۤىِٕ رَبِّهِمۡ لَكَـٰفِرُونَ )الروم (8:

Erê ma ew di çêkirina xwe de nafikirin. Xwedê erd û asîman û yên ku di navbera wan de hene bes bi heqî û ji bo demeke navlêkirî afirandine? Bêguman ji mirovan pir kes hene ku bi çûna ber destê Xwedê bawerî nayînin.

-3وَسَخَّرَ لَكُم مَّا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مِّنْهُ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ ( الجاثية(13:

Xweda, ji kerema xwe çi li asîmanan û erdê hene tev, ji we re bindest kirine. Hemin di vê de ji bo milletekî ku bifikirin pir ayet hene.

-4اللَّهُ الَّذِي خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَأَنزَلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَخْرَجَ بِهِ مِنَ الثَّمَرَاتِ رِزْقًا لَّكُمْ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ الْفُلْكَ لِتَجْرِيَ فِي الْبَحْرِ بِأَمْرِهِ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ الْأَنْهَارَ (32) ابراهيم

Ew ê ku erd û asîman afirandin Xwedê ye, ji ewran av aniye xwarê, vêca bi wê avê fêkîyên rengereng bi risqînî ji we re deranîn. Ji bo we keştî stûxwar kirin da ku bi destûra Wî di deryayê de avjeniyê bikin (û barên giran bikêşin) û ji bo we çem jî berdest kirine.

-5وَسَخَّرَ لَكُمُ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ دَائِبَيْنِ ۖ وَسَخَّرَ لَكُمُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ (33) ابراهيم

Xwedê roj û heyv bi berdewamî xistine ber xizmeta we, şev û roj ji bo we misixur kirin.

-6وَسَخَّرَ لَكُمُ اللَّيْلَ وَالنَّهَارَ وَالشَّمْسَ وَالْقَمَرَ ۖ وَالنُّجُومُ مُسَخَّرَاتٌ بِأَمْرِهِ ۗ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّقَوْمٍ يَعْقِلُونَ (12)  النحل  

Xwedê şev û ro, roj û heyv xistine ber xizmeta we. Stêr jî bi fermana Xwedê sernerm û misuxir in. Bêguman di van de, ji bo yên ku hişê xwe bixebitînin gelek nîşan hene.

-7وَمَا بِكُم مِّن نِّعْمَةٍ فَمِنَ اللَّهِ ۖ ثُمَّ إِذَا مَسَّكُمُ الضُّرُّ فَإِلَيْهِ تَجْأَرُونَ)  النحل(53:

Her ni’meteke we ji Xuda ye, îdî gava tengasî bi we re hat, hûnê xwe bispêrin Wî.

 

Têbinîyên Girîng:

1-Ji bo ku zilim li kesî newê û herkes bighê bedlê kiryarê xwe Xwuda kâinat afirandiye.

2-Ma hûn ji nefsa xwe nafikirin ke Xwuda çawe ard û asîman û ê din ava wanda bi heqî afirandiye.

3-Ji bo wan kesên k udi fikirin re di amedekirine her tiştê di nava ard û asîmande ayet hene.

4- Xwuda asîman û ard afirandiye û ji awre av şandiye ku ji bo rizqê we fêkî çêbibe û jibo gera bahre keştî jiwere mûsexer kiriye û çem kirine xizmeta we.

5- Xwuda roz û heyv kirine xizmeta we û şev û Roz ji bo we mûsexerkirine.

 

2-DESTPÊKA WEHYÊ:

2-DESTPÊKA WEHYÊ:

1ٱقۡرَأۡ بِٱسۡمِ رَبِّكَ ٱلَّذِی خَلَقَ١ خَلَقَ ٱلۡإِنسَـٰنَ مِنۡ عَلَقٍ٢ ٱقۡرَأۡ وَرَبُّكَ ٱلۡأَكۡرَمُ ٣ ٱلَّذِی عَلَّمَ بِٱلۡقَلَمِ٤ عَلَّمَ ٱلۡإِنسَـٰنَ مَا لَمۡ یَعۡلَمۡ ٥ العلق

Bi navê Xwedayê xwe yî ku afirandiye bixwîne! Însan ji xwîna hişk afirandiye. Bixwîne! Xwedayê te her xwediyê kerema pir e. Ew Xwedayê ku bi qelemê mirov perwerde kiriye. Însan fêrî ya ku nizanê kiriye.

2الَّذِينَ يَسْتَمِعُونَ الْقَوْلَ فَيَتَّبِعُونَ أَحْسَنَهُ ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ هَدَاهُمُ اللَّهُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمْ أُولُو الْأَلْبَاب)  الزمر (18:

Ew bendeyên ku li gotinan guhdarî dikin û li dûv a herî baş diçin. Ha ew in yên ku Xwedê ew rasterê kirine û ew bi xwe ne yên xwedanhiş û biaqil.

3وَمِنَ النَّاسِ وَالدَّوَابِّ وَالْأَنْعَامِ مُخْتَلِفٌ أَلْوَانُهُ كَذَٰلِكَ ۗ إِنَّمَا يَخْشَى اللَّهَ مِنْ عِبَادِهِ الْعُلَمَاءُ ۗ إِنَّ اللَّهَ عَزِيزٌ غَفُورٌ  )  فاطر(28:

Û di nav mirovan, dewar û terş de jî rengên cuda hene. Ji bendeyên Xwedê bes yên alim ji Xwedê bi heqî ditirsin. Bêguman Xwedê bi hêz û afûker e.

-4إِنَّمَا إِلَٰهُكُمُ اللَّهُ الَّذِي لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ وَسِعَ كُلَّ شَيْءٍ عِلْمًا طه(98:   

Bêguman îlahê we bes Ellah e, ew ê ku ji Wî pê ve tu îlah tun e. Zanîna Wî her tiştî dihewîne.

5وَمَا أَرْسَلْنَا قَبْلَكَ إِلَّا رِجَالًا نُّوحِي إِلَيْهِمْ ۖ فَاسْأَلُوا أَهْلَ الذِّكْرِ إِن كُنتُمْ لَا تَعْلَمُونَ الأنبياء(7:

Me, beriya te yê ku ji wan re wehî şandiye her zilam bûne; eger hûn nizanin ji ehlê zanînê bipirsin.

6أَمَّنْ هُوَ قَانِتٌ آنَاءَ اللَّيْلِ سَاجِدًا وَقَائِمًا يَحْذَرُ الْآخِرَةَ وَيَرْجُو رَحْمَةَ رَبِّهِ ۗ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الَّذِينَ يَعْلَمُونَ وَالَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ ۗ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ)   الزمر( 9:

Erê ma ew ê îtaetkar ku di demên şevê de, di sucûd û li ser piyan, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya Xwedayê xwe hêvî dike, çêtir û birûmetir e (yan ew ê ku kafir bûye)? Bibêje: Ma ew ên ku dizanin û ew ên ku nizanin qet dibin wekhev? Bi rastî tenê yên aqilmend ders û îbret werdigrin.

7بَلْ هُوَ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ فِي صُدُورِ الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ ۚ وَمَا يَجْحَدُ بِآيَاتِنَا إِلَّا الظَّالِمُونالعنكبوت(49:

Naxêr, belkî ev Quran di sînga wan ên ku ji wan re zanîn hatiye dayîn de nîşanên aşkera ne. Ji yên zaliman pê ve tu kes ayetên me mandel înkar nake.

8وَيَرَى الَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ الَّذِي أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ هُوَ الْحَقَّ وَيَهْدِي إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ) سبأ(6:

Ew ên ku ilm û zanîn ji bo wan hatiye dayîn, ew baş dizanin ku ev Quran ji cem Xwedayê te hatiye şandin, ew heq û rast e. Ew berê (mirovan) dide riya wî Xwedayê desthilat, yê hêjayî pesindayînê.

9يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا قِيلَ لَكُمْ تَفَسَّحُوا فِي الْمَجَالِسِ فَافْسَحُوا يَفْسَحِ اللَّهُ لَكُمْ ۖ وَإِذَا قِيلَ انشُزُوا فَانشُزُوا يَرْفَعِ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَالَّذِينَ أُوتُوا الْعِلْمَ دَرَجَاتٍ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌالمجادلة( 11:

Gelî yên ku bawerî anîne! Dema ku ji we re bê gotin; di dîwanên xwe yên civînan de fireh bikin, vêca hûn jî cih fireh bikin, Xwedê jî ji bo we cih fireh dike. Gava ku ji we re bê gotin; ji cihê xwe rabin, vêca hûn jî rabin. Ew ên ku ji we bawerî anîne û ew ên ku zanîn ji wan re hatiye dayîn Xwedê mertebeya wan bilind dike. Xwedê bi kar û kiryarên ku hûn dikin agahdar e.

 

 

 

 

Têbinîyên Girîng:

1-Fermane wendinê bi navê Xwuda.

2-gohdarkirine her cureyî û  li payçûne ê herî pîroz, qenc.

3-Ji mexlukên Xwuda encaq ê zanyar ji Xwuda di tirsin.

4-Zanebûne wî Xwudayê ku ji wî pêva Xwuda nîne her tişt di hewîne.

5-Azadî di pêşîvantiya zanyaredeye.

6-Zane û nezan ne wekhevin û enceq kesên aqlmend ders û îbret digrin.

7-Ayetên me disinge zanyarede nîşanên hişkerene û ji zaliman pêştir kes ayetên me Mandel, înk’ar nakê.

8-Ê zanyarin ku heqîya Xwudayê ku berê mirova dide rastiyê dide dibinin.

9-Bi kar û kiryarên ku dikin merteba bawermendê zanyar bilind dike.

 

1-ARMANCA RÎSALETÊ

1-ARMANCA RÎSALETÊ

-1كَانَ النَّاسُ أُمَّةً وَاحِدَةً فَبَعَثَ اللَّهُ النَّبِيِّينَ مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ وَأَنزَلَ مَعَهُمُ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِيَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ فِيمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ ۚ وَمَا اخْتَلَفَ فِيهِ إِلَّا الَّذِينَ أُوتُوهُ مِن بَعْدِ مَا جَاءَتْهُمُ الْبَيِّنَاتُ بَغْيًا بَيْنَهُمْ ۖ فَهَدَى اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا لِمَا اخْتَلَفُوا فِيهِ مِنَ الْحَقِّ بِإِذْنِهِ ۗ وَاللَّهُ يَهْدِي مَن يَشَاءُ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُّسْتَقِيمٍ (213) البقرة

Mirov, berê yek umet bûn. Vêca Xwedê pêxember bi mîzgînberî û hişyarkerî şandin û bi wan re jî kitêb bi heqî şandin da ku di navbera mirovan de, li ser a bi hev ketin, hukim bikin. Di rastiya vê heqiyê de ji bilî yên ehlê kitêb kes nekete îxtîlafê; ew piştî nîşanên eşkere ji wan re hatin ji çavnebarî ketin îxtîlafê. Li ser vê yekê, Xwedê bi destûra xwe ew heqîya ku li serê li hev nedikirin, bi bawermendan da serwextkirin. Xwedê, kî bivê berê wî dide riya rast.

-2وَمَا نُرْسِلُ الْمُرْسَلِينَ إِلَّا مُبَشِّرِينَ وَمُنذِرِينَ ۚ وَيُجَادِلُ الَّذِينَ كَفَرُوا بِالْبَاطِلِ لِيُدْحِضُوا بِهِ الْحَقَّ ۖ وَاتَّخَذُوا آيَاتِي وَمَا أُنذِرُوا هُزُوًا  )الكهف( 56:

Em pêxemberan bes wek mizgînber û hişyarker dişînin. Ew ên ku kafir bûne jî têdikoşin da ku heqiyê bi batilî ji holê rakin û wan ayetên me û ew ezabê ku ew pê hatibûn tirsandin, pêkenok girtin.

– 3وَأَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِّمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ ۖ فَاحْكُم بَيْنَهُم بِمَا أَنزَلَ اللَّهُ ۖ وَلَا تَتَّبِعْ أَهْوَاءَهُمْ عَمَّا جَاءَكَ مِنَ الْحَقِّ ۚ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًا ۚ وَلَوْ شَاءَ اللَّهُ لَجَعَلَكُمْ أُمَّةً وَاحِدَةً وَلَٰكِن لِّيَبْلُوَكُمْ فِي مَا آتَاكُمْ ۖ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِ ۚ إِلَى اللَّهِ مَرْجِعُكُمْ جَمِيعًا فَيُنَبِّئُكُم بِمَا كُنتُمْ فِيهِ تَخْتَلِفُونَ ) المائدة:48(

Me Qur’an ku ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan dîdevan e bi heqî ji te re daxistiye. Êdî li gorî wehya ku Xweda daxistiye di navbera wan de hukm bike û di şûna heqiya ku ji te re hatî ye nede dûv hewesên wan. Me, ji her yekî ji we re şerî ‘et û rêbazek daniye. Eger Xweda bixwesta dê hûn tev bikirana yek umet. Lêbelê da ku we di derheqa rêç û rêbaza ku daye we de, biceribîne. Naxwe di karên qenciyê de bi hev re bibezin. Vegera we hemûyan bi bal Xweda ve ye. Êdî ew dê bi tişta ku hûn tê de bi hev ketin, we agahdar bike.

-4هُوَ الَّذِي يُنَزِّلُ عَلَىٰ عَبْدِهِ آيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لِّيُخْرِجَكُم مِّنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ ۚ وَإِنَّ اللَّهَ بِكُمْ لَرَءُوفٌ رَّحِيمٌ ( الحديد(9:

Ellah Teala ye, yê ku ji bendeyê xwe (Muhemmed) re nîşanên eşkere dişîne da ku we ji tarîtiyên derîne ronahiyê. Bêguman Xweda ji bo we gelekî dilovan e.

-5 وَعَدَ اللَّهُ الَّذِينَ آمَنُوا مِنكُمْ وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَيَسْتَخْلِفَنَّهُمْ فِي الْأَرْضِ كَمَا اسْتَخْلَفَ الَّذِينَ مِن قَبْلِهِمْ وَلَيُمَكِّنَنَّ لَهُمْ دِينَهُمُ الَّذِي ارْتَضَىٰ لَهُمْ وَلَيُبَدِّلَنَّهُم مِّن بَعْدِ خَوْفِهِمْ أَمْنًا ۚ يَعْبُدُونَنِي لَا يُشْرِكُونَ بِي شَيْئًا ۚ وَمَن كَفَرَ بَعْدَ ذَٰلِكَ فَأُولَٰئِكَ هُمُ الْفَاسِقُونَ 55النور

Xwedê ji nav we peyman daye wan kesên ku bawerî anîn û karên qenc kirine; ku teqez dê wan li şûna hinekên din li erdê bike şûngir, ka çawa ew ên beriya wan jî li şûna hinekên din kiribûn şûngir. Ew ê dînê wan desthilat bike, ew dînê ku Xwedê ji bo wan hilbijartiye û pê razî bûye. Ew ê rewşa wan piştî tirsa wan bi ewlehî û tenahiyê biguherîne. Ewê îbadetê min bikin û dê tiştekî ji min re nekin hevpişk. Êdî piştî vê kî nankorîyê bike ew fasiqin.

– 6الر ۚ كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِ رَبِّهِمْ إِلَىٰ صِرَاطِ الْعَزِيزِ الْحَمِيدِ ( ابراهيم (1:

Elif, Lam, Ra. kitêbeke wisa ye ku me, ew ji te re daxistiye da ku tu mirovan bi destûra Xwedayê wan ji tarîtiyan derênî ronahiyê, derênî rêya Xwedayê Serdest û Pesnande.

-7لَقَدْ أَنزَلْنَا إِلَيْكُمْ كِتَابًا فِيهِ ذِكْرُكُمْ ۖأَفَلَاتَعْقِلُونَ (الأنبياء  (10:

Sond be, me kitêbek ji we re daxistiye ku rûmeta we di wê de ye. Ma hê jî, hûn eqil nagirin.

-8إِنَّا أَنزَلْنَا إِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَا أَرَاكَ اللَّهُ ۚوَلَاتَكُن لِّلْخَائِنِينَ خَصِيمًا ( النساء  (105:

(Ya Muhemmed!) Bi rastî me Qur’an bi heqî ji te re daxist da ku tu di navbera mirovan de mîna Ellah Teala nîşanî te dayî, hukim bikî û ji xayînan re nebe berevan/ alîgir

Têbinîyên Girîng:

1-Rîsalet çareserkirine astengî û îxtilafên di nav ûmmete mirovîyê deye. Ümmet bûni ne yek rengî û yek baweriye yek cinsiye miroviye. Ûmmet ji wê civak ku di yek wexti de bi hevre dijin.

2-Rîsalet mizgînbarî, hişyarkiri û dijitiya zilmêya.

3-Rîsalet pêk anîne hak û edaletê li gor Xwudaye ne li gor mirovaye.

4-Rîsalet derxistina mirova ji zılmê, tangasîyê bal xweşîyê û diyarkirina dilovaniya Xwude ji bende yê wîre ye.

5-Rîsalet agehikirine şungirtine bawermendê ku kiryarê pîroz, qenc dikine.

6-Qur’an Ji bo ku mirova ji tarîtiyê derxê bi bal ronahiye ve hatiye.

7-Jibo hûn aql bigrin Qur’an rûmeta we şirovedike.

8-Jibo ku bi tişta Xwuda rê tedaye hikim bikê dinav mirovade bi heqî ji tere Qur’an şandiye.

 

Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR