0-MEWLÛDE PÊXEMBER
–1فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتَّىٰ يُحَكِّمُوكَ فِيمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ لَا يَجِدُوا فِي أَنفُسِهِمْ حَرَجًا مِّمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْلِيمًا النساء65:
Na, sond bi Xwedayê te, ew, heta ku di lecên nav xwe de te nekin hekem û paşê ji hukmê te dayî re tu tengezariyekê jî di dilê xwe de nebînin û ji bo wê biryara te dayî heta ji dil xwe berdest nekin, wan bawerî neaniye.
–2لَّقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِّمَن كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا 21الأحزاب
Sond be ji bo we, di resûlê Xwedê de, ji bo wî kesê ku (qenciya) Xwedê û roja axretê hêvî bike û zikrê Xwedê jî pir dike, mînak û nimûneyeke spehî û kamil heye.
-3مَّن يُطِعِ الرَّسُولَ فَقَدْ أَطَاعَ اللَّهَ ۖ وَمَن تَوَلَّىٰ فَمَا أَرْسَلْنَاكَ عَلَيْهِمْ حَفِيظًا 80 النساء
Kî, bi gotina Pêxember bike, teqez wî bi gotina Xwedê kiriye û kî berê xwe jê vegerîne, vêca me tu li ser wan bi nîgahdarî neşandiye!
–4قُلْ إِن كُنتُمْ تُحِبُّونَ اللَّهَ فَاتَّبِعُونِي يُحْبِبْكُمُ اللَّهُ وَيَغْفِرْ لَكُمْ ذُنُوبَكُمْ ۗ وَاللَّهُ غَفُورٌ رَّحِيمٌ (31) آل عمران
Bibêje: Eger hûn birastî ji Xwedê hez dikin, naxwe bidin pey min; Xwedê dê ji we hez bike û li gunehên we dê bibore. Xwedê her gunehbexş e, dilovan e.
–5وَمَا أَنزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ إِلَّا لِتُبَيِّنَ لَهُمُ الَّذِي اخْتَلَفُوا فِيهِ ۙ وَهُدًى وَرَحْمَةً لِّقَوْمٍ يُؤْمِنُونَ النحل64:
Me ev kitêb ji bo te hinart da ku tu ji mirovan re tiştê ku tê de ketine îxtilafê aşkera bikî û da ku ji yên bawerî tînîn re bibe rêber û rehmet.
–6 وَمَا أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا كَافَّةً لِّلنَّاسِ بَشِيرًا وَنَذِيرًا وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ سبأ 28:
(Resûlê min!) Me tu ji tevekê însanan re bes mizgînber û hişyarker şandiye, lê belê pirên mirovan (bi vê) nizanin
–7قُلْ إِنَّمَا أَنَا بَشَرٌ مِّثْلُكُمْ يُوحَىٰ إِلَيَّ أَنَّمَا إِلَٰهُكُمْ إِلَٰهٌ وَاحِدٌ ۖ فَمَن كَانَ يَرْجُو لِقَاءَ رَبِّهِ فَلْيَعْمَلْ عَمَلًا صَالِحًا وَلَا يُشْرِكْ بِعِبَادَةِ رَبِّهِ أَحَدًا الكهف110:
Bibêje: Bêguman ez bes wekî we mirovek im. (Lê ev heye), peyxam ji bo min hatiye hinartin; Xwedayê we her Xwedayekî bi tenê ye. Êdî kesê ku xelata Xwedayê xwe hêvî bike û ji ezabê wî bitirse, bila karekî qenc bike û di îbadetê xwe de qet tiştekî ji Xwedayê xwe re neke heval û hevpişk!
–8اِنَّٓا اَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ لِتَحْكُمَ بَيْنَ النَّاسِ بِمَٓا اَرٰيكَ اللّٰهُۜ وَلَا تَكُنْ لِلْخَٓائِن۪ينَ خَص۪يمًاۙ 105النساء
Bêguman me kitêb bi heqî ji te re hinart da ku tu di navbera mirovan de, bi tiştê ku Xwedê nîşanî te daye hukim bikî. Zinhar ji xayînan re nebe berevan/alîgir!
–9قُلْ مَا كُنْتُ بِدْعًا مِنَ الرُّسُلِ وَمَٓا اَدْر۪ي مَا يُفْعَلُ ب۪ي وَلَا بِكُمْۜ اِنْ اَتَّبِعُ اِلَّا مَا يُوحٰٓى اِلَيَّ وَمَٓا اَنَا۬ اِلَّا نَذ۪يرٌ مُب۪ينٌ 9الأحقاف
Bibêje: Ez ne pêşîvanê pêxemberan im û ez nizanim dê çi ji min û çi ji we jî bê kirin. Ez tenê didim pey wehya ku ji min re hatiye û ez bes hişyarkerekî aşkera me
–10يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَأُولِي الْأَمْرِ مِنكُمْ ۖ فَإِن تَنَازَعْتُمْ فِي شَيْءٍ فَرُدُّوهُ إِلَى اللَّهِ وَالرَّسُولِ إِن كُنتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۚ ذَٰلِكَ خَيْرٌ وَأَحْسَنُ تَأْوِيلًا (59) النساء
Gelî yên ku bawerî anîne! Bi gotina Xwedê, bi gotina Pêxember û bi gotina fermandarên ji xwe bikin. Êdî eger we der heqê tiştekî (lêqewmînekê) de hev rakişand -vêca eger bi rastî hûn bi Xwedê û bi roja axretê bawer in- wê bibine ber (hukmê) Xwedê û Pêxember. Ev a ha (ji we re) çêtir e û dûmahîka wê rindtir e.
Têbinîyên Giring:
1-Kesek îmanê naînê heta ku bi dil û can hikmên pêxember qabûl nekê.
2-Sond be jibo we di resûlê xwuda de mîneken pîroz hene.
3-Kî ku bi a pêxember bikê bia Xwuda dikê û kî ji berê xwe bûgherê tu li ser ne nigahdari.
4-Bi bêja ger hûn hij Xwuda dikin bidin paymin wê Xwuda hijwekê û we bibexşînê.
5-Me pirtûk şandiye ji tere da tu îxtilafên nav wan pê çareserbikê.
6-Me tu ji tamamê mirovare mizgînbar û şîretker şandiye li pirê mirova nizanin.
7-Bêja ez jî wek we beşerim bes ji minre wehî hatiye.
8-Me pirtûk şandiye ji tere da tu dinav mirovan da bi tişta ku Xwuda nîşani te daye hikim bikê.
9-Ez nizanim wê çi bimin û we bêkirin bas et didim pay wehya îlahî.
10-Bi a Xwuda, Pêxember û desthilatê jiwe bikin û îxtilafên nav xwe bibin Xwuda û pêxemberê wî.