10-MIROVÊN BI AQL

10-MIROVÊN BI AQL

10-MIROVÊN BI AQL

-1ألَّذِينَ يَسْتَمِعُونَ الْقَوْلَ فَيَتَّبِعُونَ أَحْسَنَهُ ۚ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ هَدَاهُمُ اللَّهُ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمْ أُولُو الْأَلْبَابِ 18الزمر

Ew bendeyên ku li gotinan guhdarî dikin û li dûv a herî baş diçin. Ha ew in yên ku Xwedê ew rasterê kirine û ew bi xwe ne yên xwedanhiş û biaqil.

-2وَاتَّبِعُوا أَحْسَنَ مَا أُنزِلَ إِلَيْكُم مِّن رَّبِّكُم مِّن قَبْلِ أَن يَأْتِيَكُمُ الْعَذَابُ بَغْتَةً وَأَنتُمْ لَا تَشْعُرُونَ (55) الزمر

Beriya ku haya we jê çêbe û ji nişka ve ezab bi ser we de were, bidin pey Qurana spehîtirîn, ew a ku ji we re hatiye hinartin.

-3وَهَٰذَا صِرَاطُ رَبِّكَ مُسْتَقِيمًا ۗ قَدْ فَصَّلْنَا الْآيَاتِ لِقَوْمٍ يَذَّكَّرُونَ)  الأنعام(126:

Ev a riya Xwedayê te ya rast e. Bêguman ji bo civateke ku şîretê wergirin me ayetên xwe bi berfirehî aşkera kirine.

4كِتَابٌ أَنزَلْنَاهُ إِلَيْكَ مُبَارَكٌ لِّيَدَّبَّرُوا آيَاتِهِ وَلِيَتَذَكَّرَ أُولُو الْأَلْبَابِ :29) ص(

Me ev Quran ji bo te nazil kir ku ew pîroz e, da ku di ayetên wê de bifikirin û aqilmend jê şîretê bigirin.

-5وَتِلْكَ الْأَمْثَالُ نَضْرِبُهَا لِلنَّاسِ ۖ وَمَا يَعْقِلُهَا إِلَّا الْعَالِمُونَ (43خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ بِالْحَقِّ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِّلْمُؤْمِنِينَ (44)  العنكبوت 

Em van mînakan ji bo mirovan derb û mesel tînin, ji yên zana pê ve kes tê nagihîjin.

Xweda erd û asîman Birastî afirandine. Bêguman di vê de ji bo bawermendan nîşanek heye.

6-أَمَّنْ هُوَ قَانِتٌ آنَاءَ اللَّيْلِ سَاجِدًا وَقَائِمًا يَحْذَرُ الْآخِرَةَ وَيَرْجُو رَحْمَةَ رَبِّهِ ۗ قُلْ هَلْ يَسْتَوِي الَّذِينَ يَعْلَمُونَ وَالَّذِينَ لَا يَعْلَمُونَ ۗ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ :9) الزمر(

Erê ma ew ê îtaetkar ku di demên şevê de, di sucûd û li ser piyan, ji (ezabê) axretê ditirse û dilovaniya Xwedayê xwe hêvî dike, çêtir û birûmetir e (yan ew ê ku kafir bûye)? Bibêje: Ma ew ên ku dizanin û ew ên ku nizanin qet dibin wekhev? Bi rastî tenê yên aqilmend ders û îbret werdigrin.
“Yoksa o, gece saatlerinde secde ederek, ayakta durarak ibadet eden, âhiretten korkan ve

7أَفَمَن يَعْلَمُ أَنَّمَا أُنزِلَ إِلَيْكَ مِن رَّبِّكَ الْحَقُّ كَمَنْ هُوَ أَعْمَىٰ ۚ إِنَّمَا يَتَذَكَّرُ أُولُو الْأَلْبَابِ :19) الرعد(

Erê ma ew ê ku yeqîn dizane ev a ku ji cem Xwedayê te ji te re hatiye heq e dibe wekî yê kor      ?  Bêguman bes ên xwedan hiş  vê fehm dikin.

-8يُؤْتِي الْحِكْمَةَ مَن يَشَاءُ خَيْرًا كَثِيرًا ۗ وَمَا يَذَّكَّرُ  ۚ وَمَن يُؤْتَ الْحِكْمَةَ فَقَدْ أُوتِيَ  إِلَّا أُولُو الْأَلْبَابِ :269) البقرة(

Xwedê, kê bivê hîkmetê dide wî û ji kê re hîkmet bê dayîn, Birastî xêreke pir jê re hatiye dayîn. Ji hiş mendan  pê ve tu kes jê şîretê wernagire.

-9وَإِذَا حُيِّيتُم بِتَحِيَّةٍ فَحَيُّوا بِأَحْسَنَ مِنْهَا أَوْ رُدُّوهَا ۗ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَىٰ كُلِّ شَيْءٍ حَسِيبًا (86) النساء

Dema silav li we hate kirin, vêca hûn jî ji wê rindtir an jî wekî ya li we hate kirin, silavê vegerînin. Bêguman Xwedê ji her tiştî re hesabdar e.

-10وَكَتَبْنَا لَهُ فِي الْأَلْوَاحِ مِن كُلِّ شَيْءٍ مَّوْعِظَةً وَتَفْصِيلًا لِّكُلِّ شَيْءٍ فَخُذْهَا بِقُوَّةٍ وَأْمُرْ قَوْمَكَ يَأْخُذُوا بِأَحْسَنِهَا ۚ سَأُرِيكُمْ دَارَ الْفَاسِقِينَ 145 الأعراف

Me ji bo Mûsa li ser lewhan ji şîret û hukman hemû tiştbi berfirehî nivîsîn. Vêca (Xwedê jê re got:) bihêz û ji dil wan bigire û li gelê xwe ferman bike ku ew bi ya herî spehî bigirin. (Eger hûn ji rê derkevin) ez ê di nêz de cih û warên ji rêderketiyan nîşanî we bidim.

 

Têbinîyên Girîng:

1-Ewên ku gotine dibihîzin û li pay ê baş diçin.

1-Beriya ku ezab werê bidin pay qur’ana pîroz.

3-Riya Xwuda ye rast hatiye aşkerekirin ji cıvata ku şîretê bigrinre.

4-Ev pîrtuka hatiye şandin, ku di ayetên wê da bifikirin û şîret bigrin.

5-Ev mîsalen ji miroverene, ku ji yên zanetir pêve kes tênagihijê

6-Ma ê zane û nezan dibin wekhev.

7-Ma ê ku heqî jêre hetiye wek ê kore bes ê xwedan hiş famdikin.

8-Xwuda hîkmeta dide ê bixwazê. lê ji hişmenda pêve şîret nagirin.

9-Wexta qencî li we hatkirin bi a qenctir bersiv bidin.

10-Jibo şîret di lewha da hemû tişt bi berfirehî hatine nivîsandin ferman bi girtina ya herî sipehî bike.

Yorumlar kapalı.
Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR