7-ARMANCA AFIRANDINA MIROVTÎ YÊ
–1وَمَا خَلَقْتُ الْجِنَّ وَالْاِنْسَ اِلَّا لِيَعْبُدُونِ) الذاريات(56:
Min cin û însan tenê ji bo ku ji min re xizmetê bikin afirandin.
–2وَمَن جَاهَدَ فَإِنمَا يُجَاهِدُ لِنَفْسِهِ إِن اللهَ لَغَنِي عَنِ الْعَالَمِينَ (العنكبوت: 6)
Kî têdikoşe, ji bo xwe têdikoşe. XWEDÊ muhtacê tu kesî nîn e.
–3وَلَقَدْ ذَرَأْنَا لِجَهَنَّمَ كَثِيرًا مِّنَ الْجِنِّ وَالْإِنسِ ۖ لَهُمْ قُلُوبٌ لَّا يَفْقَهُونَ بِهَا وَلَهُمْ أَعْيُنٌ لَّا يُبْصِرُونَ بِهَا وَلَهُمْ آذَانٌ لَّا يَسْمَعُونَ بِهَا ۚ أُولَٰئِكَ كَالْأَنْعَامِ بَلْ هُمْ أَضَلُّ ۚ أُولَٰئِكَ هُمُ الْغَافِلُونَ (179) الأعراف
Sond be, me ji cin û însanan gelek kesên ku dojehî ne li dinyayê belavkirin. Dilê wan heye tê nagihin û çavê wan heye pê nabînin û guhê wan heye pê nabihîzin. Ha ew, mîna heywana ne, belkî hê jî rê şaştir in. Ew, her yên bêhiş in
-4اتَّخَذُوا أَحْبَارَهُمْ وَرُهْبَانَهُمْ أَرْبَابًا مِّن دُونِ اللَّهِ وَالْمَسِيحَ ابْنَ مَرْيَمَ وَمَا أُمِرُوا إِلَّا لِيَعْبُدُوا إِلَٰهًا وَاحِدًا ۖ لَّا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ سُبْحَانَهُ عَمَّا يُشْرِكُونَ (31) التوبة
Wan ji bilî Xwedê, zana û abidên xwe û Îsayê kurê Meryemê ji bo xwe îlah girtin. Hal ev e ku ew hatine fermankirin ku yek Xwedayî bihebînin ku ji Wî pê ve tu îlah nîn in û ew ji ya ku jê re dikin hemkûf, pak û dûr e.
–5وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَهُمْ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۖ فَأَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ (87) الزخرف
Eger tu ji wan bipirsî kê ew afirandine? dê bibêjin: Xwedê ye. Vêca ma çawa berê we jê tê zîvirandin?
–6فَإِذَا رَكِبُوا فِي الْفُلْكِ دَعَوُا اللَّهَ مُخْلِصِينَ لَهُ الدِّينَ فَلَمَّا نَجَّاهُمْ إِلَى الْبَرِّ إِذَا هُمْ يُشْرِكُونَ العنكبوت (65)
Vêce dema ku ew li keştiyê siwar dibin, bi dilekî safî hawara xwe digihînin Xwedê. û dema Xwedê bi selametî wan derdixe bejê, dibînî ku ji Xwedê re şerîkan çêdikin.
-7وَلَئِن سَأَلْتَهُم مَّنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ ۚ قُلْ أَفَرَأَيْتُم مَّا تَدْعُونَ مِن دُونِ اللَّهِ إِنْ أَرَادَنِيَ اللَّهُ بِضُرٍّ هَلْ هُنَّ كَاشِفَاتُ ضُرِّهِ أَوْ أَرَادَنِي بِرَحْمَةٍ هَلْ هُنَّ مُمْسِكَاتُ رَحْمَتِهِ ۚ قُلْ حَسْبِيَ اللَّهُ ۖ عَلَيْهِ يَتَوَكَّلُ الْمُتَوَكِّلُونَ (38) الزمر
Eger tu ji wan bipirsî, kê erd û asîman afirandine, dê bibêjin; Xwedê afirandine. Bibêje: Nexwe eger Xwedê bixwaze zerarekê bide min, ma ew (pût)ên ku ji bilî Xwedê hûn îbadetê wan dikin, ew dikarin zerara Xwedê ji ser min rakin? Yan jî Xwedê bixwaze qenciyekê bide min, ma ew dikarin wê ji ser min bigirin? Bibêje: Xwedê besî min e, yên hêvîdar bes xwe dispêrin Wî.
Têbinîyên Girîng:
1-Xwuda cîn û mirov jibo îbadetê afirandine.
2-Kî çi bikê ji xwere dike Xwuda ne hewceyî tu kesiye.
3-Gelek mirov jiber dile wan tênagihê,çavên wan heqîqetê nabinê, gûhê wan rastiyê hisnakê ji rastiyê bê parin û ji ajalen xerabtirin.
4-Serok û rêberê xwe kirine şirîkê Xwuda.
5-Digel zanin Xwuda wan afirandiye berê xwe jê di zîvirênin.
6-Wexte dikevin tangasiyê jidil bawer dikin û wexta xelas dibin şirîka jêre çêdikin.
7-Gava Xwuda zararê bide kes nikarê nehêlê, û gava qencîye bide kes nikarê bibê mani û Xwuda besî hêvidareye.