8-XÊRTIRÎN’Ê AFRANDÊRAN
–1إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ أُولَٰئِكَ هُمْ خَيْرُ الْبَرِيَّةِ) البينة (7:
Ewanê ku bawerî anîne û karê qenc kirine afirandêrê herî baş in.
-2أُولَٰئِكَ يُسَارِعُونَ فِي الْخَيْرَاتِ وَهُمْ لَهَا سَابِقُونَ.المؤمنون 61:
Ha ev ên hanê, li xêr û qenciyan dibezin û berî xelkê xwe diavêjine xêrê.
-3الَّذِينَ يُنفِقُونَ فِي السَّرَّاءِ وَالضَّرَّاءِ وَالْكَاظِمِينَ الْغَيْظَ وَالْعَافِينَ عَنِ النَّاسِ ۗ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ. آل عمران134:
(Teqwadar) ew ên ku malên xwe di firehî û tengasiyê de (di rêka Xwedê de) xerc dikin; hêrsa xwe diqurtînin û li mirovan diborin. Xwedê ji qencîkarên rast û durist hez dike.
–4إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَالَّذِينَ هَادُوا وَالنَّصَارَىٰ وَالصَّابِئِينَ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُمْ أَجْرُهُمْ عِندَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ (62) البقرة
Bêguman yên ku bawerî anîn û yên bûne cihû, yên fileh û yên sabiîn, vêca ji wan kî baweriyê bi Xwedê û roja axretê bîne û karê qenc bike, ji bo wan li nik Xwedayê wan xelat heye û li ser wan tirs nîn e û ew xemgîn jî nabin.
–5لَّيْسَ الْبِرَّ أَن تُوَلُّوا وُجُوهَكُمْ قِبَلَ الْمَشْرِقِ وَالْمَغْرِبِ وَلَٰكِنَّ الْبِرَّ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَالْمَلَائِكَةِ وَالْكِتَابِ وَالنَّبِيِّينَ وَآتَى الْمَالَ عَلَىٰ حُبِّهِ ذَوِي الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينَ وَابْنَ السَّبِيلِ وَالسَّائِلِينَ وَفِي الرِّقَابِ وَأَقَامَ الصَّلَاةَ وَآتَى الزَّكَاةَ وَالْمُوفُونَ بِعَهْدِهِمْ إِذَا عَاهَدُوا ۖ وَالصَّابِرِينَ فِي الْبَأْسَاءِ وَالضَّرَّاءِ وَحِينَ الْبَأْسِ ۗ أُولَٰئِكَ الَّذِينَ صَدَقُوا ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُتَّقُونَ) البقرة (177:
Qencî, ne ew e ku hûn berê xwe bidin rojhilat an rojava. Lê belê qencî ew e ku mirov bi Xwedê, bi roja axretê, bi milyaketan, bi kitêban û bi pêxemberan bawerî bîne û ji bo qayîliya Xweda malê xwe bide xizmên xwe, bide sêwî û xizanan, bide rêwî, parsekan û koleyan, nimêj bike, zekatê bide û çaxê soz dan soza xwe bicîh tînin û di wextê xizanî û naxweşîye de bêhnfireh in. ew ên ku rast û duerist in û ew ên ku xwe diparêzin.
–6يَٰٓأَيُّهَا ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ ٱرۡكَعُواْ وَٱسۡجُدُواْۤ وَٱعۡبُدُواْ رَبَّكُمۡ وَٱفۡعَلُواْ ٱلۡخَيۡرَ لَعَلَّكُمۡ تُفۡلِحُونَ . الحج: 77
Gelî yên ku bawerî anîne! Herin rikûʿê, herin sicûdê, îbadeta Xwedayê xwe bikin û qenciyê bikin da ku hûn bi ser bikevin.
-7إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ إِنَّا لَا نُضِيعُ أَجْرَ مَنْ أَحْسَنَ عَمَلًا .الكهف30:
Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karê qenc kirin, birastî Em xelata kesê ku karê rind kiribe winda nakin.
–8لَن يَنَالَ اللَّهَ لُحُومُهَا وَلَا دِمَاؤُهَا وَلَٰكِن يَنَالُهُ التَّقْوَىٰ مِنكُمْ ۚ كَذَٰلِكَ سَخَّرَهَا لَكُمْ لِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ ۗ وَبَشِّرِ الْمُحْسِنِينَ 37 الحج
Ne goştê wan qurbanan ne jî xwîna wan digihîje Xwedê, lê belê bes teqwedariya we digihijiyê. Her wiha Xwedê ev heywan ji we re sernerm kirine da ku hûn Xwedê mezin bidêrin û mizgînê bide qencîkarên rast û durist!
_9إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَآتَوُا الزَّكَاةَ لَهُمْ أَجْرُهُمْ عِندَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ. البقرة277:
Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karên rind kirin, bi awayê pêdivî nimêj kirin û zekat dane ji bo wan li nik perwerdegarê wan xelata wan heye, tirs li ser wan tune û ew xemgîn jî nabin.
Têbinîyên Girîng:
1-Xêrtirinî ya herî pîroz îman û kiryarên qencin.
2-Kesen pîroz ewên ku pêşivani ya qêncîye dikin.
3-Qencîkarî xerckirine di ferehî û tengasiyêde û qurpandine qehre xwe deye.
4-Xelasî di îman anîne bi Xwuda, roja hesabê û kiryarên başdeye.
5-Qencî ne di berê xwe dayîne şareq û xerbê deye, Belkî di îmane bi Xwuda, roja hesabê, meleîketa, pîrtûke, pêxembere û dane mal jibo Xwuda li xwedî, sewî, xizan, rewî, parsek, û köle re û kirine nimej, dane zekatê, pêkanine sözên xwe û bêhin ferehîye di tangasî û ferehîyê deye.
6-Xelasî di kirine qencîyê deye.
7- Kerê qencîkera winda nabê.
8-goştû Xwîna qurbanên we nagihin Xwuda belkî teqwedariye we digihijê Xwuda.
9- Ji kesên îman anî, keren qenc kirî, nimêj kirî û zekat dayî re xêrên mezin hene û tirs ji ware nîne.
.