9-MAFDARÎYA MIROVÎ

9-MAFDARÎYA MIROVÎ

9-MAFDARÎYA MIROVÎ

-1قُلْ يَا أَيُّهَا النَّاسُ قَدْ جَاءَكُمُ الْحَقُّ مِن رَّبِّكُمْ ۖ فَمَنِ اهْتَدَىٰ فَإِنَّمَا يَهْتَدِي لِنَفْسِهِ ۖ وَمَن ضَلَّ فَإِنَّمَا يَضِلُّ عَلَيْهَا ۖ وَمَا أَنَا عَلَيْكُم بِوَكِيلٍ100 يونس

Bibêje: Gelî mirovan! Ji bo we ji cem Xwedayê we rastî hat. Êdî kî bê ser riya rast, bes ew ji bo xwe tê. Kî ji rê bikeve, ew jî li dijî xwe ji rê dikeve û ez li ser we ne berpirs im.

-2فَاعْبُدُوا مَا شِئْتُم مِّن دُونِهِ ۗ قُلْ إِنَّ الْخَاسِرِينَ الَّذِينَ خَسِرُوا أَنفُسَهُمْ وَأَهْلِيهِمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ أَلَا ذَٰلِكَ هُوَ الْخُسْرَانُ الْمُبِينُ15 الزمر

(Gelî pûtperestan!) Vêca hûn ji bilî Xwedê kê divên jê re îbadet bikin! Bibêje: Bi rastî yên xesirîne ew in ku roja qiyametê xwe û malbata xwe li zerarê dane. Agahdar bin! Ha xesarkirina aşkera ev bi xwe ye.

-3إِنَّ الَّذِينَ يُلْحِدُونَ فِي آيَاتِنَا لَا يَخْفَوْنَ عَلَيْنَا ۗ أَفَمَن يُلْقَىٰ فِي النَّارِ خَيْرٌ أَم مَّن يَأْتِي آمِنًا يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۚ اعْمَلُوا مَا شِئْتُمْ ۖ إِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ 40فصلت

Bêguman ew ên ku ayetên me înkar dikin ew ji ber me nayêne veşartin. Erê ma vêce ew ê ku di êgir de bê werkirin çêtir e, yan ew ê ku roja qiyametê bi ewlehî were? Hûn çi divên wê bikin, bêguman Xwedê bi tiştên ku hûn dikin bîner e.

-4هُوَ الَّذِي خَلَقَكُمْ فَمِنكُمْ كَافِرٌ وَمِنكُم مُّؤْمِنٌ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ (التغابن (2:

Xwedê ye, yê ku (bi vî şeklê xweşik) hûn afirandin, vêca hinek ji we înkar dikin û hinek ji we jî bawerî tînin. Xwedê bi ya hûn dikin bîner e.

-5إِنَّا هَدَيْنَاهُ السَّبِيلَ إِمَّا شَاكِرًا وَإِمَّا كَفُورًاالانسان(3:

Me riya rast nîşan dayê, êdî yan dê şukirdar be yan jî dê nankor be.

-6وَإِذَا سَمِعُوا اللَّغْوَ أَعْرَضُوا عَنْهُ وَقَالُوا لَنَا أَعْمَالُنَا وَلَكُمْ أَعْمَالُكُمْ سَلَامٌ عَلَيْكُمْ لَا نَبْتَغِي الْجَاهِلِينَ (  القصص 55: (

Dema ew gotina pûç/kelevajî dibihîzin, berê xwe jê vedigerînin û dibêjin: Karên me ji me re û karên we ji we re. Ji me emîn bin û em ji xêrê pê ve li we nazivirînin, em naxwazin têkilî nezanan bibin.

-7وَإِذَا رَأَيْتَ الَّذِينَ يَخُوضُونَ فِي آيَاتِنَا فَأَعْرِضْ عَنْهُمْ حَتَّىٰ يَخُوضُوا فِي حَدِيثٍ غَيْرِهِ ۚ وَإِمَّا يُنسِيَنَّكَ الشَّيْطَانُ فَلَا تَقْعُدْ بَعْدَ الذِّكْرَىٰ مَعَ الْقَوْمِ الظَّالِمِينَ (68)  الأنعام

Dema te ew ên ku derbarê ayetên me de (bi neqencî) xwe noqî mijûliyê dikin dîtin, vêca berê xwe ji wan vegerîne (û li cem wan rûnenê) heya ku nekevin nav dabaşeke din de. Eger şeytan bi te da jibîrkirin, vêca piştî ku hat bîra te li nav cıvata sitemkaran rûnenê.

-8لَّا يَنْهَاكُمُ اللَّهُ عَنِ الَّذِينَ لَمْ يُقَاتِلُوكُمْ فِي الدِّينِ وَلَمْ يُخْرِجُوكُم مِّن دِيَارِكُمْ أَن تَبَرُّوهُمْ وَتُقْسِطُوا إِلَيْهِمْ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُقْسِطِينَ 8الممتحنة

Ew ên ku ji bo dîn şerê we nekirin û hûn ji welatê we dernexistin, Xwedê li we qedexe nake ku hûn li wan qencî û edaletê bikin. birastî Xwedê ji edaletkeran hez dike.

-9إِنَّا أَنزَلْنَا عَلَيْكَ الْكِتَابَ لِلنَّاسِ بِالْحَقِّ ۖ فَمَنِ اهْتَدَىٰ فَلِنَفْسِهِ ۖ وَمَن ضَلَّ فَإِنَّمَا يَضِلُّ عَلَيْهَا ۖ وَمَا أَنتَ عَلَيْهِم بِوَكِيلٍ 41الزمر

Bêguman me Quran ji bo mirovan, ji te re bi heqî şandiye. Êdî kî rasterê bibe ew ji bo xwe dibe û kî jî ji rê bikeve îcar ew li dijî xwe rêşaş dibe û tu li ser wan ne wekîl î.

-10وَخَلَقَ ٱللَّهُ ٱلسَّمَٰوَٰتِ وَٱلْأَرْضَ بِٱلْحَقِّ وَلِتُجْزَىٰ كُلُّ نَفْسٍ بِمَا كَسَبَتْ وَهُمْ لَا يُظْلَمُونَ22الجاثية

Xwedê ezman û zemîn ji bo armancekê afirandiye, ji bo ku her mirovek xelata keda xwe bigire. Tu carî neheqî li wan nayê kirin.

 

 

Têbinîyên Girîng:

1-Kî çi bikê ji xwere dikê pêxember ne wekilê kesîye.

2-Ji xeynî Xwuda ji kere îbadet dikin bikin, xisare mezine ku xwe û malbata xwe dixisirênin.

3-Hûn çidikin bi kin Xwuda bi we zaneyê. avêtine agirî başe an ewlehî başe.

4-Digel ku Xwuda afirindere, hinek şikir dikin û hinek ji înkar dikin, kî çidikê Xweda binere.

5-Me rêya rast daye berve, dê yan şikirdar yan ji nankörbin.

6-Xwuda dengê wê jina ku gilî û gazin ji hevjine xwekir Bihîst.

7- Kiryarên herkesi jêrene,bi wan kesê ku tiştê puç dikinre rûnenin, û bi nezanere tekili nekin.

8-Dema ayetên Xwuda bên nîqaşkirin li cemwe rûnenin û piştî aghiyê li cem zalime neminin.

9-Xwuda men a we ji qencîya bi kesê ku jibo dîn biwere şernekirine û we ji ware we dernexistine nakê.

10-Me pirtûk ji mirovere jitere şandiye, Kî rasta rêbê ji xwereye kî ji rê şaşbê ji xwereye tû ne wekilê kesiye.

11-Jibo ku heqsizi li tu kesî newê herkesi bi kiryarê xwe wê hesabdan.

 

Yorumlar kapalı.
Arabic AR English EN Kurdish (Kurmanji) KU Turkish TR